Li Zanîngeha Rojava sempozyûma 'Jin, Jiyan, Azadî' 2023-03-06 13:46:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di sempozyuma ku bi navê "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî û Gelan" hat lidarxistin de diyar kirin ku jin bi ked û afirandinên xwe her tim weke çavkaniya jiyanê tê dîtin. Her wiha nivîskara Belûç Laebeh Aram diyar kir ku ew têkoşîna azadiya jinên Kurd ji xwe re mînak digirin û diyar kir ku berxwedana jinên Kurd ji hemû cîhanê re mînak e.   Li Zanîngeha Rojava bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê sempozyûmek bi sernavê “Jin, Jiyan, Azadî û Şoreşa Gelan” hate lidarxistin. Ji sempozyuma ku jin bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdar bûn, mêran jî eleqeyeke mezin nîşan dan.   Sempozyûm, bi vegotina endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma ya dîrokçeya dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ku di van demên dawî de ji aliyê jinên cîhanê ve tê hembêzkirin dest pê kir. Zozan Sîma di axaftina xwe de girêdana etîmolojîk û sosyolojîk a têkiliya jin û jiyanê anî ziman. Zozan Sîma da xuyakirin ku têkiliya etîmolojîk a di navbera jin, jiyan û xwezayê de bi hemû zimanan beriya hezar salan di hişê mirovan de yek bû û dest nîşan kir ku jin bi ked û afirandinên xwe her tim weke çavkaniya jiyanê tê dîtin.   Piştî Zozan Sîma, Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif jî, li ser dîroka jinên Kurd, der barê qonaxa têkoşîna azadiya jinê hatiye û destkeftiyên jinên Kurd de axaftinek kir.   Di axaftinên li sempozyuma ku ji Afganîstan, Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî beşdar bûn pêk hat de, jinan bal kişandin ser bandora “muhafezekarî û zayendperestiyê” ku pirsgirêka hevpar a hemû jinan e 'Berxwedana jinên Kurd mînak girtin'   Endama Rêxistina RAWA Şekufe Umîd ku ji Afganîstanê beşdarî sempozyûmê bû, anî ziman ku destkeftiyên jinên Afganî yên bi salan bi heza xwe ya têkoşiyan bi êrîşên Talibanê re hewl tê dayîn bê wêrankirin û heyrantiya xwe ya sekna têkoşînker û birêxistinbûna jinên Kurd anî ziman. Şekufe Umîd li ser metirsiyên jinên Afgan ên li Afganîstanê yên ku li gorî rêgezên Talîbanê dijîn û têkoşîna wan a li dijî vê yekê axivî, nivîskara Belûç Laebeh Aram diyar kir ku ew têkoşîna azadiya jinên Kurd ji xwe re mînak digirin û diyar kir ku berxwedana jinên Kurd ji hemû cîhanê re mînak e.   Di sempozyûmê de jinan, dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku di pêşengiya jinên Kurd de dest pê kir û pêl bi pêl li cîhanê belav bû, ruh, hêvî, heyecan û îdeolojiyê vê dirûşmê bi kûrahî axivîn.