Jinên ku gihaştin Bazarcixê: Hûn ne bi tenê ne 2023-03-06 13:44:49   MEREŞ - TJA, Meclîsa Jinan a HDK û HDP'ê, Komeleya Dema Jinê, bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" alîkariyên ku kom kirin anîn Bazarcixa Mereşê. Li vir jinan banga mezinkirin piştevaniyê kirin û gotin dê mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin.    Bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e", aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Dema Jinê, bi minasebeta 8'ê Adarê ji Stenbolê bi rêketin û gihaştin Bazarcixa Mereşê. Di nav koma 40 kesî de Parlamenterên HDP'ê Dîlşat Cambaz, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî cih girt. Li vir daxuyaniyek hat dayîn.   Aktîvîsta TJA'yê Remziye Alparslan daxuyanî da û got: "Em li hemberî zilma ku hatî kirin bi hers in. Em li hemberî zilmê li ber xwe didin. Em ê her bi mexdûrên erdhejê re bin. Em li dijî pergala rant û sermayeyê bi rihê 'Dema dema azadiyê jinê ye' têbikoşin. Êşa mexdûrên erdhejê êşa me ye."   Esengul Demîr, jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniya jinê û wiha axivî: "Keraseteke mezin pêk hat. Êşa wan êşa Kurdistan û Tirkiyeyê. Em ji Stenbolê bi rêketin û hatin cihê ku qet dewlet nehatî. Me pêdiviyên jinan kom kir. Em li dijî cudakariya ku dewletê di navbera gelan de pêş xistî li vir in. Em ê piştevaniya hev bikin û em ê hesabê bipirsin û em ê bi hev re birînên xwe bipêçin."   Piştî daxuyanî û axaftinan alîkariyên ku ji Stenbolê hatin komkirin, şandin gundên Bazarcixê.