Rapora OHD'ê: Tecrîd, wekî rêbaza cezakirinê tê bikaranîn 2023-03-06 13:33:45   ÎZMÎR - Şaxa OHD’ê ya Îzmîrê têkildarî rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê diyar kir ku binpêkirina mafên li girtîgehan dewam dike û hat gotin:"Li gelek girtîgehan tecrîd, wekî rêbaza cezakirinê tê bikaranîn."   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Rapor, di encama hevdîtinên li Girtîgeha Jinan a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 3 ya Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 4 a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar a bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Îzmîrê, Girtîgeha Tîpa T a Menemenê, Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, Girtîgeha Tîpa T a Odemîş, Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê bi girtiyan re hatine kirin, hat amadekirin. Rapor ji hêla Hevseroka OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk ve hate xwendin.    Şukran, diyar kir ku li girtîgehên herêmê gelek binpêkirinên weke mafê tenduristiyê, tecrîd, astengkirina mafê berdana kontrola edlî, qedexekirina çalakiyên civakî û xwarinên nebaş hene û wiha domand: “Heman qanûn, li girtîgehan cuda tên bicihanîn. Hejmara girtiyan a li qawîşan, ser kapasîteya qawîşan e. Lewma bi nobedarî radizên. Di serî de tecrîd û îzolasyona li Girtîgeha Îmraliyê, li girtîgehên herêma me sepana tecrîdê bi awayên cuda didome. Li gelek girtîgehan tecrîd, weke rêbaza cezakirinê tê bikaranîn.”    Îşkenceyê li girtiyan dikin   Bi domdarî Şukran anî ziman ku girtîgeh dûrî jîngehan e lewma bi sewqên zorê re malbat tên cezakirin û wiha domand: “Nameyên bi kurdî tên nivîsandin, bi hinceta ‘zimanê nayê fêmkirin’ nadin girtiyan. Di sala 2022’yan de cezayên disiplînê pir zêde bûn. Hejmara cezayên hucreyê zêde bûn, gardiyan di çarçoveya xebera rêveberiyên girtîhan an jî bêyî agahiya wan girtiyan bi giranî derb dikin, nêzikatiyeke xerab raber dikin û îşkenceyê li girtiyan dikin. Di rewşên wiha de bijîşkê girtîgehê jî rapora derbkirinê nade. Di vê çarçoveyê de em careke din xalên 4’emîn û 5’emîn ên Rêgezên Etîkê yên Tibbî yên ji bo Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi bîr dixin.”   Kesên astengdar, nexweş û kal di hucreyên yekkesî de tên girtin   Şukran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêkên aborî, bandorê li girtiyan jî dike. Buhayên li kantînê zêde bûne, pereyên ku malbat dişînin an dereng tên dayîn an jî qet jê re nayên dayîn. Her wiha di mijara tedawîkirina girtiyên nexweş de pirgirêkên heyî hêj berdewam in. Nexweşên ku divê bi awayekî rutîn an jî di nava demên diyar de bibin kontrolê nabin û ji bo vê jî hincetên cuda tên nîşandan. Di dema birina nexweşxaneyê de lêgerîna tazî, nihêrtina nava dev û hwd. li girtiyan tê ferzkirin. Kesên ku jixwe nexweş, ji ber wesayîta rîngê bi enfeksiyonê dikevin. Kesên astengdar, nexweş û kal di hucreyên yekkesî de tên girtin.    Bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan   Di sala 2022’yan de bi dehan girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî tevahiya binpêkirinên mafê jiyanê û binpêkirina mafên giştî, girtî gelek caran ketin greva birçîbûnê. Tevî vê yekê jî şert û mercên wan nehatin başkirin. Weke Şaxa OHD’a Îzmîrê, em careke din bang li rayedaran dikin ku rê li ber van binpêkirinên heyî bigirin û ji bo girtiyan şert û mercên însanî ava bikin.”