Nahoko ya Japon ji bo zarokên erdhejzede li Semsûrê ye 2023-03-06 09:05:33   SEMSÛR – Xebatkara civaka sivîl Nahoko Takato ya Japon ku ji Başûrê Kurdistanê hat, Narlikuyu di konbajar de ji bo zarokan workshop dike, diyar kir ku divê piştevanî mezin bibe.    Bîlançoya erdhejên navenda wê Mereş û Hatay ku di 6 û 20’ê Sibatê de pêk hatin her diçe giran dibe. Di erdhejê de bi dehezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran xanî hilweşiyan. Yek ji van bajaran jî Semsûr bû. Piştî erdhejê beriya dewletê dildaran xwe gîhand hewara welatiyan. Li bjaran bi avakirina konbajaran hewl tê dayîn jiyan bê avakirin. Yek ji van konbajaran jî  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) TJA û rêxistinên civaka sivîl bi hevkarî li Narlukuyu ya Semsûrê ava kirin.   Gelek dildar li konbajar ji bo piştevaniyê dixebitin. Yek ji van jî Nahoko Takato ya Japon ya 20 sal in di qada civaka sivîl de dixebite. Nahoko ji Başûrê Kurdistanê hatiye Semsûrê û ji bo zarokan bername û workshop dike.   Ji bo alîkariyê hatim   Nahoko der barê hatina xwe û armanca hatina xwe de axivî. Nahoko ku li Duhokê dijî bi Wezareta Perwerdeya Başûrê Kurdistanê re hatiye wir ji bo zarokan atolyeyan pêk tîne. Nahoko wiha vegot: “Me agahiya erdhejê girt. Japonya jî cihê erdhejê ye. Ez ketim nava hewldanan. Di çarçoveya projeya dixebitîm de hatim vir. Di rewşên wisa de jin û zarok mexdûr dibin. Ji bo alîkariyê hatim vir.”    Alîkariya psîkolojik girîng e   Nahoko bi lêv kir ku yekem car hatiye Semsûrê û li konbajar nêzî  80 zarokî hene û got: “Armanca min ev e ku ez zarokan kêfxweş bikim. Niha mezinan hîna ev bandor ji ser xwe neavêtiye. Piştî travmayên wisa alîkariya psîkolojik gelek girîng e. Divê xebatkarên civaka sivîl tevli pêvajoyê bibin. Divê bi mirovên vir re xebatên cur bi cur bên meşandin.”   Nahoko banga piştevaniyê kir û wiha dawî lê anî: “Zarok li gorî mezinan zêdetir bi bandor dibin û ditirsin. Ji ber vê jî divê em li wan guhdar bikin, bi wan re biaxivin. Ev gelek girîng e. Ez ê piştevaniya xwe ya bi erdhejzedeyan re bidomînim.”