ROJEVA 6'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-06 09:00:00   * Di 8'ê Adarê de li Silopiyê meşek tê lidarxistin, siyasetmedarên jin ên Şirnexê banga tevlîbûnê li jinan kir û gotin: "Bi dirûşma 'Hevgirtina jinê jîn e' diçin serdena mexdûrên erdhejê. Divê jinên mexdûrên erdhejê bizanin ku dê heta dawiyê li cem wan bin." DÎMEN HEYE   *Sekretera giştî ya partiya Basta Franzîska Stîer diyar kir ku  ew li dijî pergala serdest têdikoşin û divê bi hev re têbikoşin.   *Xebatkara civaka sivîl Nahoko Takato ya Japon ku ji Başûrê Kurdistanê hat, Narlikuyu di konbajar de ji bo zarokan workshop dike, diyar kir ku divê piştevanî mezin bibe. DÎMEN HEYE   *Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj yên nû zêde dibin. Dayika girtî Caziye Ceylan diyar kir ku sedema hemû pêkanînên kêfî tecrîd e û wihagot: “Di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû civakê tecrîd tê  meşandin. Heta tecrîd bi dawî nebe wê tu tiştek baş nebe.” DÎMEN HEYE   *Meclîsa Xwendekarên Demokratîk (DOM) ji bo piştevaniya jinên herêma erdhejê kampanyaya ‘Zincîra Jiyana Mor’ dan destpêkirin û wê di 8’ê Adarê de ligel jinan bin. Endama DOM’ê Hêvîdar Ozdemîr der barê mijarê de axivi û got ew 8’ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî dikin.   *Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine di meha Sibatê de 10 jin, 2 zarok hatine qetilkirin û 10 jin biguman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ   *Aktîvîsta TJA’yê Felek Erdem  diyar kir ku têkoşîna azadiya jinan ji tevgera jinên Kurd bi bandor bûye û got dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji bo hemû cîhanê bûye hêvî. Felekê her wiha da zanîn ku berxwedana jinan mezin kiriye derdixe holê ku sedsala 21’ê bûye sedsala jinan. DÎMEN HEYE