Dayika Aştiyê Haci Şirin Unat jiyana xwe ji dest da 2023-03-05 23:53:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Aştiyê Haci Şirin Unat (78) ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, xwîn çû ser mejî û jiyana xwe ji dest da.    Dayika Aştiyê Haci Şirin Unat (78) a jiyana xwe ji bo têkoşînê derbas kir û dayika Dr. Ferhan Unat (Dr. Çeko) bû ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, xwîn çû ser mejî û jiyana xwe ji dest da. Wê piştî nimêja nîvro cenazeyê Dayika Aştiyê li Amedê bê definkirin . Wê malbata Haci Şirin şînê li cihê şînê yê Camiya Bediuzaman a Diclekenta Amedê dayne.