Jin ji Herêma Marmarayê berbi Mereşê derketin rê 2023-03-05 20:58:48   STENBOL- TJA, HDP, HDK û Komeleya Dema jinê bi armanca piştevaniya jinên Mereşê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ji Herêma Marmarayê derketin rê.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Jinan a Kongrey a Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Dema Jinan bi şîara ‘piştevaniya jinê dide jiyîn’ bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi alavên ku ji bo jinên herêma erdhêjê kom kiribûn berbi Mereşê ve derketin rê.    Di navde parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, Dilşat Canbaz, Zuleyha Gulum jî heye gelek jin bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ derketin rê.