Der barê mirina Kader Bayindir de çawişekî pispor hat binçavkirin 2023-03-05 19:32:05   ŞIRNEX – Der barê qetilkirina Kader Bayindir ku duh bi şev bi awayekî mirî li malê hatibû dîtin, çawişekî pispor hat binçavkirin.    Li Taxa Ofîsê ya Silopî ya Şirnexê jina bi navê Kader Bayindir ku ji navçeya Bîlecek a Rihayê ye, duh li malê awayeke mirî hatibû dîtin. Piştî ku cînarên Kaderê pê hesiyan gelek polîs, leşker û xebatkarên tendûristiyê hatibûn cihê bûyerê. Cenazeya Kaderê ji bo otopsiye rakirin nexweşxaneya Şirnexê.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de çawîşê pîspor ku navê wî nehat hînkirin, hat binçavkirin.   Her wiha hat îdîa kirin ku çawişê pispor Kader ji Bîlecîkê aniye Silopiyê û li mala çawişê pisporê yê din qetil kiriye.