Hevdîtina mezin a jinan dest pê kir 2023-03-05 15:27:07     STENBOL - Aktîvîstên TJA'yê  HDK û HDP'a Stenbolê bi dirûşm û lînadinê ketin qada mezin ya hevdîtina jinan.     Platforma 8'ê Adarê bi diruşma, "Hesbê ku em ê bipirsin û hêza me ya avakirinê heye" beriya "Hevdîtina jinan" ku wê li Qada Îsekleyê ya Beşîktaşê kolan bi kolan bi jinan re digere û dikev qada hevdîtinê.   Beriya civînê kom bûn   Beriya hevdîtina mezin a jinan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê bi pankart û dirûşmeyên xwe li ber Îşbank a navçeya Kadikoyê hatin cem hev.   'Dem dema jin jiyan azadî ye'   TJA’yê bi pankarta “Dem dema jin jiyane azadî ye”, Meclîsa Jinan a HDK’ê bi pankarta " Êş, hêrs û şîna me hevpar e û em ê bi hevgirtinê bi ser kevin” û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Stenbolê jî bi pankarta "Em ne bi tenê ne, em bi hev re ne/Jin, jiyan, azadî." ber bi qada hevdîtinê ve meşiyan, di meşê de dirûşmên"Jin jiyan azadî", Sara Rojbîn Ronahî", "Bijî tekosina jinan", "Bijî tekoşîna zindan", "Hevgirtina jinê jîn e" hatin berzkirin.   Meşa rêxistinên jinan a ber bi qadê ve dewam dike.