Li Qamişloyê pêşengeha berhemê kevnar û çandî hat çêkirin 2023-03-05 14:34:48     QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê bi munsabeta 8'ê Adarê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve" Meclîsa Jinê ya Partiya Sûriya Pêşerojê peşengeha berhemên kevnar û çandî organîze kir.   Li bajerê Qamişloyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi munasebeta 8'e Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve" peşengeh hat organîzekirin. Pêşengeh ji aliyê Partiya Sûriya Pêşerojê li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya taxa Xeribî, bi armanca xwedîderketina çand û dîroka bi beşdarbûna bi dehan kesan hate nîşandan. Di pêşengehê de cil û bergên gelê kurd, ereb, suryan û êzîdiyan tevî gelek amûr, berhemên kevnar û çandinî di nava xwe de vedihewand.    'Jin girêdayî çand û dîroka xwe ye'   Endama Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Newroz Şêxo derbarê pêşengehê de nêrînê xwe wiha parve kir: " Em 8'ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz dikin. Em vê pêşengehê bi pêşengiya jinan lidardixe. Jin girêdayî çanda xwe ye û di heman demê de xwedî li berhemê xwe yê kevnar derdikeve. Ev pêşengeh pir bi wate ye. Ji ber ku çand û berhemên kevnar hemû netewan dihewîne. Ji ber ku di ve pêşengehê de jinên kurd, suryan, ereb û êzîdî hemû bi cil û bergên xwe re çanda xwe nîşan didin. Armanca me ya bingehîn ew e ku hemû netew çanda xwe biparêzin. Ji ber ku berhemê çandinî hemû bi destê dayikan tê çekirin û pêşxistin, ji lewra divê ku ev çanda bigihêje nifşên nû û ev jî wê di rêya lidarxistina pêşengên wiha re çêbibe. Hêvîdar im ku her kes li beramberî dîrok û çanda xwe, xwe berpirsiyar bibîne û xwedî lê derkeve."   Pêşengeh wê heya seat 16:00'an berdewam bike.