TAJÊ: Jin bingeha jiyana xwe ya azad ava dikin 2023-03-05 14:01:41     NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Bi destketiyên têkoşîna jinê re, îro li çar aliyê cîhanê jin bi dirûşma 'jin jiyan azadî' li dijî pergala dewleta mêr ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingeha jiyana xwe ya azad ava dikin."   Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de jinan peyama dewamiya piştevanî û têkoşîna jinê dan.    Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja 8’ê Adarê di têkoşîna azadiya jinan de ya cîhanê rojeke girîng e. Ji bo afirandina wekheviya jin û mêr, ji bo daîmîkirina têkoşîna jinê, rojeke girîng a berxwedanê ye. Di têkoşîna azadiya jinê de bi ked û berdêlên mezin destketî hatin bidestxistin."   Daxuyaniyê wiha dewam kir; "Bi destketiyên têkoşîna jinê re, îro li çar aliyê cîhanê jin bi dirûşma 'jin jiyan azadî' li dijî pergala dewleta mêr ber bi şoreşa jinê ve dimeşin û bingeha jiyana xwe ya azad ava dikin. Ji ber ku pergala dewletê ya mêr li pêşberî têkoşîna azadiya jinê bêçare ye, li her qadên jiyanê êrîşên xwe zêde dike û di şexsê jinê de êrîşî hemû civakê dike.   Em îsal 8’ê Adarê di demeke wiha de pêşwazî dikin ku êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê li ser Şengalê zêde bûne. Temsîlê pergala dewleta mêr a AKP-MHP’ê, êrîşên xwe yên li dijî gel, jin û baweriyên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji bo veşartina têkçûna li pêşberî têkoşîna azadiyê û astengkirina wê didomîne. Dixwaze bi van êrîşan berxwedana me bişkîne.   Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) êrîşên li ser Şengalê weke êrîşeke li dijî nasnameya jina azad û berxwedana jinê dinirxînin. Bi wesîleya 8’ê Adarê ji bo pûçkirina van êrîşan em ê berxwedan û rêxistinbûna jinan hîn mezintir bikin. Ji bo azadiya jinên di destê DAÎŞ'ê de dîl hatine girtin em ê her cure têkoşînê bidin meşandin. Em ê heta pêkanîna Şengala azad û xweser bênavber têbikoşin.   Di çarçoveya pêngava “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ” ya ji aliyê KJK’ê ve hat ragihandin de, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên jinan, qirkirin û êrîşên dagirkeriyê bidomînin. Em wek TAJÊ 8 Adarê di serî de li Rêber Apo, şehîdên qehreman û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.   Di vê çarçoveyê de wê çalakiyên me yên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER BI ŞOREŞA JINÊ!”, semîner, civîn, sînevîzyon û nîşandana belgefîlma Hêza bên lidarxistin. Dîsa ji bo bilindkirina berxwedana jinan û şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê em ê di 8’ê Adarê de meşekê girseyî li dar bixin."