‘Pêwîst e cihên çandiniyê zirerê nebînin’ 2023-03-05 09:02:16     Medya Uren    AMED - Endama ZMO'yê Ece Kanaş bi erdhejê re metirsiyên ji bo cihên çandiniyê re derketine nirxand û got: “Molozên heyî divê li cihên diyar, ji cihên çandiniyê dûr werin komkirin. Divê kon jî li erdên xezîneyê werin çêkirin. Li dijî wê ev cihên çandiniyê hatine dagirkirin.”   Bi erdheja li navenda Mereşê daye û bandor li 10 bajaran kiriye re metirsiyên di warê tendirustiyê de jî zêdetir bûn. Li gel ku molozên ketine cihê avakirina konan jî bû sedema nîqaşan. Bi taybetî jî zirarê dide cihên çandiniyê. Endama Odeya Endezyarên Zîraî (ZMO)  Ece Kanaş têkildarî zirarên ji bo cihên çandiniyê tê dayin nirxandin kir û got pêwîst e di demên pêş de li ser were fikirîn.   ‘Gaza asbest ji bo zindiyan metirsiyê ava dike’   Ece di serî de diyar kir ku li herêmên erdhejê gaza Asbest bi zêdahî belavî xwezayê bûye. Ece got ji bo em zirerên wê binirxînin pêwîst e em vê madeyê nas bikin. Ece wiha pênase kir: “Asbest, ku wekî axa spî jî tê zanîn, mîneralek fîbrî ye, li hember germahî, ziravbûn û kîmyewî pir berxwedêr e, di warê taybetmendiyên xwe yên avahî de nerm e. Di cihên pîşesaziyê yên weke tekstîla cilan de, di pîşesaziya çîmento de, pîşesaziya meteryalên avahiyan û wekî din de tê bikaranîn. Bêje hema li hemû bajarên Tirkiyeyê jî ev made di bikaranîna xaniyan de hatiye bikaranîn. Di dema xirabûna xanî de jî zindî û xweza dibin mexdûrê vê madeya kanserojen e. Piştî sedala 19’emîn ev hate bikaranîn û ji aliyê rêxistinên tendirustiyê yên cîhanê ve di nîva sedsala 21’emîn de jî bikaranîna madeya Asbest qedexe kirin. Lê mixabin ji bo hêsaniya di aliyê madî de jî ev bi zêdahî hatibûn bikaranîn. Ev bi taybetî jî li gundan zêdahî hatin bikaranîn. Di vê erdhejê de jî mixabin xaniyên bûne kavil û madeya Asbest a ku belavî hewayê bûye ji bo zindiyan metirsiyê diafirîne.”   ‘Divê moloz ji cihên çandiniyê werin dûrxistin’   Ece da zanîn divê moloz ji cihên çandiniyê werin dûrxistin û wiha got: “Bi taybetî ev madeya asbest dibe sedema nexweşiyên kanserojen. Ev molozên ku li xwezayê tên rijandin jî heman metirsiyê diafirînin. Divê di serî de ewlehiyên tendirustiyê werin girtin. Ev moloz divê li cihekî diyar bên rijandin û ew cih were nîşandan. Asbest di nava xwezayê de heye lê di astek zêde de heyîna wê zirerê dide xwezayê jî. Li deverên ev moloz lê hatine rijandin şênayî nabe. Bi taybetî jî divê ji herêmên lê çandinî tên kirin were dûrxistin.”   ‘Divê fedekarî were kirin’   Ece bi lêv kir beriya erdhejê jî qeyranek a xurekan hebûye û di roja îro de ev qeyran zêdetir dibe. Ece wiha berdewam kir: “Di salên dawî de jî bêavîyek heye ku ev sedema sereke ya qeyrana cotyariyê ye. Bi erdhejê re jî koçberiyek mezin çêbû û di 10 bajarên bi bandor bûne de bi taybetî welatiyên bi çandiniyê re mijûl dibin zirerek girtin. Ji bo ewlehiyê û pêşîgirtina vê karesatê jî divê ji bo cotkaran kredî werin dayîn. Divê piştgiriya mazot û gubre were zêdekirin. Divê ev mesref jî demildest were pêşwazîkirin. Ango divê piştgiriya êm û tedawiya sewalan jî were kirin. Divê di van mijaran de jî bi fedakarî nêz bibin. Ji ber ku mixabin dîmenên em dibînin pêşerojek kembaxtir dide nîşandan. Pêwîst e ne li gorî rojane, li gorî pêşerojê polîtîkayên çandiniyê werin pêşxistin.”   ‘Divê erdên xezîneyê werin bijartin’   Ece bal kişand ser plansaziya bajarvaniyê û herî dawî ev gotin kir: “Divê cihên çandiniyê werin revîzekirin. Ango plansaziyek a bajarvaniyê ya baş were danîn. Li cihên çandiniyê divê xanî neyên çêkirin. Ev wê bêhtir di aliyê erênî de bandorê li xwezayê jî bike. Her ku diçe jî ev qadên çandiniyê kêm dibin. Starbûn pêdiviyek ku nayê taloqkirin e. Lê belê konbajarên li cihên çandiniyê hatine danîn wê mixabin bibe sedema qirêjiyan. Divê yek ji çavkaniyên me yên xwezayî, axek baş were bikaranîn. Ev kon demek dirêj dimînin, ava qirêj dikeve nava axa wê, ev jî di aliyê tendirustiyê de wê bibe sedema pirsgirêkan. Em li dijî vê projeyê ne, pêşniyara me di aliyê bikaranîna erdên xezîneyê de ye.”