ROJEVA 5'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-05 09:00:00     *Endama ZMO'yê Ece Kanaş bi erdhejê re metirsiyên ji bo cihên çandiniyê re derketine nirxand û got: “Molozên heyî divê li cihên diyar, ji cihên çandiniyê dûr werin komkirin. Divê kon jî li erdên xezîneyê werin çêkirin. Li dijî wê ev cihên çandiniyê hatine dagirkirin.”  DÎMEN HEYE   * Emîlîe ya ji Atînayê bi karavanê ket rê û hat Semsûrê li vir dildar dixebite û got wê tevli Meşa Şevê ya 8’ê Adarê bibe û têkoşîna rêxistikirî bidomîne. BI DÎMEN    *Jinên li herêma erdhejê bi dildarî dixebitin diyar kirin ku di hawirek bi fikar e de 8’ê Adarê pêşwazî dikin û li dijî vê wê hêvî û piştevaniyê mezin bikin. DÎMEN HEYE   * Shahîra ku yek ji jinên li Afganîstanê 8’ê Adarê pêşwaz dike wiha got: “Talîban dikare deriyê dibistan û zanîngehan bigire lê nikare dengê me bibirîne. Wê rojekê jinên Afgan cehaletê tune bikin. Em ê 8’ê di Adarê de dengê xwe bilind bikin.”   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got bi encama polîtîkayên şer û tecrîdê birînên karesata erdhêjê nehatine kewandin û got wê jiyana ku pergala serdest a mêr talan kiriye bi perspektîfa ‘jin jiyan azadî’ ava bikin. DÎMEN HEYE   *Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Neslihan Şedal bal kişand ser piştevaniya TJA'yê ya li herêmên erdhejê ya bi jinan re. Neslîhanê da zanîn ew ê li dijî feraseta mêr dewletê ya dixwaze jinê bi xwe girê bide, ew ê jiyana nû bihonin.  DÎMEN HEYE