Li Sîlopiyê mirina biguman a jinekê 2023-03-04 20:28:59   ŞIRNEX - Li Taxa Ofîsê ya Silopiyê jineke ciwan li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin.    Li taxa Ofîs ya Silopî ya Şirnexê Kader Bayindir ku li ser nifûsa Bîlecekê qeyd kiriye, li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin. Piştî ku cînarên Bayindirê pê dihesin ku ew miriye, haya tenduristkaran pê dixin. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê cenazeyê Bayindirê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Cenazeyê Bayindirê paşê ji bo otopsiyê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hat kirin.     Hat diyarkirin ku Kader Bayindir li malê bi tenê dima. Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê têkildarî bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.