Malbata Şenyaşar Nobeda Edaletê didomîne 2023-03-04 16:00:16     RIHA - Emîne û Ferît Şenyasar ên Nobeda Edaletê didomînin ev peyam parve kir: "Heta cihê ku biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. "   Nobeda edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 712'yan de berdewam dike.    'Heta cihê ku biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Ji ber ku îro dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbata Şenyaşar nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand. Malbatê, li ser hesabê xwe yê medyaya sanal bi hashtaga "DengêMeJiEdaletêRe (OyumuzAdalet)" ev parvekirin kir: "Em ê di hemû têkoşînên aştiyê, edaletê, mafê mirovan diparêzin de cih bigirin. Çi tişta ku divê neye jiyîn em dijîn. Enerjiya kesên rêya wan sîratil musteqîm e têk naçe, heta cihê ku biçe em ê têkoşîna xwe bidomînin. "