TJA, HDP û KESK çûn serdana piştevaniyê ya jinan 2023-03-04 13:45:39     MEREŞ - Jinên TJA, HDP û KESK'ê di çarçoveya 8'ê Adarê de çûn herêmên erdhejê û serdana piştevaniya jinan kirin. Her wiha alavên paqijiyê belav kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclîsa Jinê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di çarçoveya 8'ê Adarê de li Elbîstana Mereşê çûn serdana jinan û alavên paqijiyê belav kirin.    Berî serdanê Hevseroka HDP'ê ya Çewlîkê Mihriban Ekinci wiha got:"Bi dirûşma 'Piştevaniyê jinê dide jiyîn' em ê pêdiviyên jinan bigihêjin ber destên wan. Piştevaniya jinê dide jiyîn."    Piştî daxuyaniyê dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.    Jinên ji bo piştevaniyê hatin alavên paqijiyê belav kirin. Piştî kuçeyan ew ê serdanên li gundan bidomin.