Jinan li Urmiyeyê daxuyaniya 8'ê adarê dan 2023-03-04 12:17:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Urmiyeyê ku bi munasebeta 8’ê Adarê daxuyaniyek dan, bal kişandin ser şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” û dan zanîn ku êdî nikarin jinan tune bihesibînin.   Ji 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê re çend roj man, li gelek welatên cîhanê jinan dest bi çalakiyên xwe kirine. Jinên ji Urmiyeyê jî bi munasebeta 8’ê Adarê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de banga dawîanîna li polîtîkayên dijmînahiya jinan ên dewlet-mêr hat kirin, jinan bal kişandin ser şoreşa gelan a bi pêşengiya jinan, bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê.   'Bila cihêkariya zayendî bê rakirin'   Di daxuyaniyê de daxwazên hevpar ên jinên Kurd, Tirk, Ermen û Asûrî wiha hatin rêzkirin:   “*Divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên veqetandin.   * Divê neçariya hicabe bê rakirin.   * Divê azadiya ramanê bê mîsogerkirin.   * Divê di siyaset, daraz, perwerde, qada akademîk, hilbijartinan de bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de wekheviya zayendî bê mîsogerkirin.   *Divê li dijî tundiya fizîkî û derûnî ya li ser jinan û li dijî qetlîamên li ser jinan cezayên bi bandor werin sepandin.   *Divê temanê zewaca zarokan beriya bibin 18 salî bê qedexekirin.”   'Şoreş dê bi serkeftinê bi encam bibe’   Di daxuyaniya de jinan bal kişandin ser şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îran dest pê kiriye, ne tenê li Îranê, li seranserê cîhanê bandorek girîng çêkiriye. Her wiha hat gotin ku ev şoreş dê bi serkeftinê bi encam bibe û ev peyam hatin dayîn: "Jin êdî tune hesibandinê qebûl nakin.”