Jinan jehrîkirina xwendekarên jin ên li Îranê şermezar kirin 2023-03-04 12:04:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Perwerde û Akademiyên Jinan jehrîkirina xwendekarên jin ên li Îranê şermezar kir û bang li hemû azadîxwaz, rewşenbîr û rûspiyên civakê hat kirin ku li hember van kiryaran û ji bo guhertina sîstema dewleta Îranê, dengê xwe bilindtir bikin.   Li Îranê bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin her ku diçe zêdetir dibin. Herî dawî 2'yê Adarê li dibistana amadehî ya keçan a 26'an gelek xwendekar jehrî bibûn. Hate ragihandin ku heta niha 900 xwendekar hatine jehrîkirin.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê daxuyanid ku ev êriş nimûneya êrişên kîmyewî û rêxistinên terorîst in.   Têkildarî mijarê, Meclîsa Perwerde û Akademiyên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî belav kir.   Di daxuyaniyê de jinan bal kişandin ser serhildana gelên Îranê ya bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û zextên li hemberî gel û jinan û binpêkirinên exlaqî ya ji aliyê hêzên dewleta Îranê.   Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi taybet îşkence li jinên zana, xwendekarên dibistan û zanîngehan tê kirin û wiha dom kir: “Em bûyera jehrîkirina bi sedan xwendekarên keç ên dibistan û zanîngehanên Tehran û Erdebîlê ya ji aliyê rêjîma Îranê bi tundî şermezar dikin. Vê bûyerê di raya giştî de deng veda. Lê mixabin tu saziyên navneteweyî, mafên mirovan mudaxeleyeke cidî heta niha nekirine, di encamê de rojane destdirêjiya li ser gelên azadîxwaz ji aliyê rejîma Îranê ve zêde dibe.”   Meclîsê bang li UNICEF'ê û saziyên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina kiryarên dewleta Îranê yên li dijî xwendekarên keç bi lez destwerdanê bikin.   Her wiha bang li hemû azadîxwaz, rewşenbîr û rûspiyên civakê hat kirin ku li hember van kiryaran û ji bo guhertina sîstema dewleta Îranê, dengê xwe bilindtir bikin.