Wê ji bo 8'ê Adarê li Germiyanê semîner û daxuyanî bên dayin 2023-03-04 10:34:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li seranserê welatan û Kurdistanê çalakî û şahiyên pîrozbahiyê tên lidarxistin. Bi vê munasebetê li Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatine destpêkirin.   Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ya li Herêma Germiyanê, wê serdana karkerên jin ên li nexweşxaneya Germiyan bikin û semînerekê bidin.   Li Herêma Germiyan Rêxistina Jinan wê bi munasebeta 8’ê Adarê rêzeçalakiyan li dar bixe. Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Suham Mehmud derbarê çalakiyan de ji Rojnews re axivî û got; “Wek RJAK’ê li Germiyan, em ê serdana karkerên jin ên li nexweşxaneya Germiyanê bikin. Her wiha em ê di 8’ê Adarê de çalakiyekê li dar bixin û derbarê rewşa jinan de daxuyaniyekê bidin. Roja din jî em ê li ser heman mijarê semînerekê bidin.”