ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-04 09:00:00     *Berdevka TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî ber bi 8’ê Adarê ve rojevên derketine pêş nirxand û got: “Erdhejê rastiya Tirkiyeyê raxist ber çavan. Di bin navê parastina dewletê de êrişên ji derveyî sînor dan destpêkirin û di dema erdhejê de dewam dikin. Lewra di dema erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Em ê jin li hemberî van kiryaran nerazîbûna xwe di 8’ê Adarê de bi awayekî herî xurt nîşan bidin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser kampanyaya “Em malbatan tînin ba hev” û diyar kir ku heta niha 405 malbatên ku ji erdhejê bi bandor bûne li Mêrdîn û navçeyên wê hatine bi cih kirin. Mexdûra erdehejê Seda Sezen jî got: "Ez tenê tiştek zanim ev jî îktîdar me bi mirinê re rû bi rû hîşt."  BI DÎMEN    *Hedle Muhammed a ji Kobanê ji ber şer koç kiriye û li Sesmûrê bi cih bûbû dukana kuaforuyê vekir û bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê da. Hedle ku xaniyê wê ji erdhêjê zirarek mezin dît wiha got: “Min Kurdî bi zarokên xwe neda jibîrkirin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê têbişom.”  BI DÎMEN    * Li taxa Şakçagozu ya ku hezar û 500 nifûsa wê heye ya girêdayê Cebelînûr a Dîlokê tenê kavil man. Li taxê 638 kesî jiyana xwe ji dest da.  Welatiyên taxê diyar kirin ku du rojan gel terkî qedera wan hatiye kirin. BI DÎMEN    *M. ya di temenê biçûk de hat zewicandin ji Wanê heta Orduyê tundiya dîtiye vegot û diyar kir ku bila gotinên wê bên qeydkirin û êdî xwe nade pelçiqandin.   *Psîkiyatrîst Mîhrîban Yildirim da zanîn ku erdhêjê bi mexdurên erdhêjê, dildar û welatiyan re travma afirandiye û got ji bo ev travma hinek sivik bibe û avakirinek jinûve, divê berpirsiyar hesab bidin. DÎMEN HEYE   *Endama Meclîsa DBP'ê Nurten Uzumcu têkildarê 8’ê Adarê axivî û got: “Pêwîst e weke bingeha silsileya hemû pirsgirêkan tecrîd were şikandin. Îqtidara bi tecrîdê re êrişa li dijî jinên kurd zêde dike îro li qadên erdhejê jî heman polîtîkayê dide meşandinê. Pêwîst e têkoşîna me bi hêz bibe.”DÎMEN HEYE