Li Artukluyê piştevaniya jinan a bi mexdûrên erdhejê re 2023-03-03 16:10:09     MÊRDÎN - TJA, bi minasbeta 8’ê Adarê li navçeya Artûklûya Mêrdînê serdana mexdûrên erdhêjê kir û bal kişand ser hevgirtina gel û jinan.     Bi minasebeta 8'ê Adarê, Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe bi dirûşma "Hevgirtina jinê dide jiyîn" didomînin. Di xebatên xwe de bal dikişînin ser rewşa mexdûrên erdhejê. Her wiha gelek malbatên mexdûrên erdhejê li navçeyên Mêrdînê hatin bi cih kirin. Aktîvîstên TJA û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê li navçeyên Artukluyê serdana mexdûrên erdhejê kirin. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û aktîvîstên TJA’yê tevlî serdanan bûn.    Di serdanê de mexdûrên erdhejê behsa zehmetî û pirsgirêkên xwe kirin û gotin: "Ji roja ewilî ve dewletê xwedî li wan derneketiye." Her wiha jinan behsa pêdiviyên xwe kirin û diyar kirin ku heke piştevaniya gel tunebûya nedikarin ser piyan bimana. Dayika ku ji Rihayê natiye û li Mêrdînê bi cih bûye, destnîşan kir ku Erdogan perê gel kom dike û dide cerdevanan û wiha bi lêv kir: “Ji me digirin û didin hevkarên xwe. Em vê qebûl nakin. Mafê gel dixwin. Em kurd in û serbilind in. Heya mirinê em kurd in. Em xwe nafroşin.”