Li Botanê ji girtiyên jin re kart hatin şandin 2023-03-03 15:45:22     ŞIRNEX/SÊRT - TJA û Meclîsa Jinan a HDP di çarçoveya plansaziya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, ji girtiyên jin re kart şandin.   Xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bênavber berdewam dikin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya plansaziya xwe ya 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re kart şandin.    Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî, Hezex, Elkê û Qilebanê ji bo girtiyan kart nivisîn û ji şaxên postexaneyê  (PTT)  yên navçeyan şandin. Bernameya Jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.    Sêrt   Li Sêrtê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya bajêrê Sêrtê ji bo girtiyên jin bi minasebeta 8’ê Adarê qert nivisîn û bi rêya postexaneyê (PTT) şandin.