Xetereya jiyana girtiya nexweş Semîre Dîrekçî didome 2023-03-03 09:02:34     AMED - Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî xetereya jiyana wê didome, bi biryara neyînî ya Lijneya Tenduristiyê  tahliya wê hat astengkirin.   Li gorî daneyên komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş yên divê demildest bên berdan niha girtine. Serlêdanên ji bo tahliyekirina girtiyan tên kirin jî bi raporên SaziyaTipa Edlî (ATK) tên astengkirin. Yek ji 38 girtiyên nexweş yên giran ku divê demildest bê berdanSemîre Dîrekçi ye.   Semîre Dîrekçî li girtîgeha Jinan a Amedê têkoşîna jiyanê dide. Semîre ji Stewrê ya Mêrdînê ye. 7 xwişk û birane. Malbat di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koç dike. Semîre di 1990’an de tevli PKK’ê dibe. Çend sal şûnde di pevçûnekê de birîndar tê girtin.  Cezayê muebetê lê tê birin. 26 sale girtiye. Di girtîgeha Amed, Elezîz,, Êlih, Sêrtê de maye. Herî dawî ji Sêrtê anîn Amedê. 4 sale li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne. Semîre binexweşiyên roviyan, tansiyon û gelekên din re têdikoşe.   Tevî hemû israran Semîre nayê berdan. Parêzer diyar dikin ku hemû nexweşiyên wê di şertên girtîgehê de rû dane. 25 salan de 8 caran emelyet bûye dudu salên dawî de sê caran roviyên wê lihev geriyan. Semîre di heman demê de nexweşa tansiyona bilind, dil, Mîgren, guatr, urtîker e.   ‘Divê xwarinên hişk nexwe’   Parêzera Semîreyê Adîle Salman di ropotajek xwe de diyar kiribû ku gelek nexweşiyên Semîreyê hene û çavê wê yê rastê jî ji sedî 95 winda bûye û gotibû: “Divê xwarinên avî bixwe. Xwarinên hişk ji bo wê gelek bi xetere. Dibe sedema xitimîna roviyan. Xwarinên girtîgehê nebaşin. Divê xwarinên wek şorbeyan bixwe. Lê xwarinên girtîgehê qet nebaşin û hemû şorbeyên amadene. Ji ber şert û mercan dermankirina wê nayê kirin û temam nabe. Semîre du caran di beşa giran de dimîne û piştre dîsa digirin beşa giran. Piştî demekê destê wê kelepçe dikin. Koxuşa girtiyan a fakülteye ji ya nexweşxana lêkolînê baştire. Lê nexweşxana lêkolînê tevî rewşa bi risk a girtiyan sewqî fakülte nake. Dema Semîre li Zanîngeha Dîcle emelyet bû ji ber pere hesabê wê de tunebû av jî nedanê. Ava malbatê anîiye jî nehatiye qebûlkirin. Ji bo berdana Semîrê serlêdan tekirin lê bi biryara lijneya îdarî tê redkirin.”    Xetereya jiyana Semîreyê didome û tevî hemû bang û israran Semîre nayê berdan. Semîreyê di îlona 2020’an de nameyek şand ji Komeleya Hiqûqnasên bo Azadiyê (OHD) banga hestiyariyê kiribû.