ROJEVA 03'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-03 09:00:00     * Aktîvîstên TJA’yê yên li Mêrdînê bi rihê piştevaniyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin û diyar kirin ku dê îsal li herêmên erdhejê bi mexdûran re 8'ê Adarê pêşwazî bikin û gotin: "Em ê li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên îktîdarê dê bi têkoşîn û piştevaniya jinan bersivê bidin." BI DÎMEN    * Endama TAJÊ Kinê Xidir, bal kişand ser salvegera êrişa di 3'yê Adara 2017'an a li hemberî Xanesorê pêk hatî û diyar kir ku dê tola zarokên xwe bigirin û got: "PDK nikare bikeve Şengalê û em ê hesabê ferman û êrişan bipirsin." BI DÎMEN    * Welatiyên gundê Dilkiya ya girêdayê Semsûrê ji ber erdhêjê hemû hilweşiya diyar kirin ku cenaze sê rojan bin kavilê de mane û her kesî ji gund koç kiriye. Gundiyan diyar kir ku ji rayedaran xwestine ku riya gund bê vekirin û rayedaran gotiye "Hûn biçin rê vekin em mazota we didin." BI DÎMEN    *Cansel Ateş diyar kir ku li Hatayê hîna welatiyên kon bi dest nexistine hene û got zexta li ser saziyên civaka sivîl tê wateya ku welatiyan terkî mirinê dikin. Canselê got divê piştevanî bidome. BI DÎMEN    *Endama Navenda Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rozîf Ehmed a bal kişand ser armanc, sedem, girîngî û rêxistinbûyina Jineolojiyê wiha got:"Di vê serdema ku em tê de dijîn êrîş û çewisandinên li ser jinê di asta herî jor de tê meşandin. Li beramberî wê ji bo ku jin bikaribe xwe biparêzin bidin qebûlkirin şoreşek jinê daye destpêkirin. Bi kurtahî Jineolojî, zanista jin-jiyanê, zanista hevjiyana azad, zanista modernîteya demokratîk e." BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA'yê Guler Tûnç, diyar kir ku ew bi rojeva şer û erdhejê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin û diyar kir ku ew ê bi ruhê hevgirtin û têkoşîna jinên Kurd xwe bi rêxistin bikin û dema azadiya jinê hatiye." DÎMEN HEYE   *Li Meletiyê piştî erdhejê ku 25 roj zêdetir derbas bûye hîna hewcedariyên gel nehatine peyedakirin. Welatiyan diyar kirin ku hewcedarî ji aliye dildaran ve tên peydakirin û gotin wan rûyê dewletê nedîtine, gelo wê kengî bibînin. BI DÎMEN    *Girtiya nexweş Semîre Dîrekçî xetereya jiyana wê didome, bi biryara neyînî ya Lijneya Tenduristiyê  tahliya wê hat astengkirin.   *Bi armanca alîkariya welatiyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê şandeyek ku ji gelek tevgerên jinan pêk tê xwe gihand wan taxan. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîde Botî ya di nava vê şandeyê de bû wiha got: "Welatiyên van taxan ne tenê ji erdhejê ji ambargoyê jî êşê dikşînin." DÎMEN HEYE   *Jinên HDP'yî kolîyên ku bi dirûşma "Jin jiyan azadî. Em ne bi tenê em bi hev re ne" amade kirin bi rihê 8'ê Adarê şandin herêmên erdhejê. DÎMEN HEYE   *Hala Cazî ya Sûriyeyî ku di erdhejê de xaniyê wê hilweşiya û bi 4 zarok û hevjînê xwe yê astengdar di konê ku ji bo demekê jê re hatiye dayîn de dimîne, diyar kir ku wê daxwaza kon kiriye û jê re gotine, "Tu Sûriyeyî yî biçe Sûriyeyê." DÎMEN HEYE   * TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê dê li navçeyên Artuklu, Stewrê û Mehsertê yên Mêrdînê serdana jinên ji ber erdhejê mexdûr bûne bike. (11.00/17.00)   * TJA di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de li navçeya Hezexê serdana mexdûrên erdhejê bike û kolîyên alikariyê bide.(11.00)   *Jinên TJA- Meclîsa Jinên HDP'yî wê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li Êlihê serdana malbatên mexdûrên erdhejê yên hatine bajêr bicih bûne, bikin. (12.00 - 18.00)