Serdanê 8’ê Adarê didomin: Desthilatdarî li Mereşê têk çû 2023-03-02 18:37:56   MÊRDÎN- TJA bi dirûşma ‘piştevaniya jinê dide jiyîn’ li Qosre, Dêrik û Şemrexê çû serdana jinên erdhejzede. Jinan diyar kirin ku desthilatdarî li Mereşê têk çûye.   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘piştevaniya jinê dide jiyîn’ li Qosre, Dêrik û Şemrexê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê çû serdana jinên ji herêmên erdhêjê hatine.  Li Qoserê hevsreoka HDP’a Mêrdînê Berîvan Bahçecî, hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ya qeyûm tayînê çûna wê bûye, şaredara Stewrê  Gulîstan Oncu ya qeyûm tayînê şuna wê bûye û aktîvîstên TJA’yê çûn serdana jinan.   Jinan di serdanê de tiştên di erdhêjê d ejiyane vegotin û diyar kirin ku desthilatdariyê ji ji roja ewil de ew tenê hiştine û HDP û dildaran jî ji roja ewil de ligel wan bûne.  Malbateke ji Mereşê hatibû diyar kir ku desthilatdarî li Mereşê têk çûye.    Jinên TJA’yê jî diyar kirin ku wê van rojên zor û zehmet bi hev re derbas bikin.   Li Dêrik û Şemrexê jî jinên TJA’yê bi wesîla 8’ê Adarê çûn serdana jinan û gotin wê piştevanî bidome.