Nobeda Edaletê dewam dike: Dê edalet pêk bê 2023-03-02 13:52:46     RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 710’emîn de berdewam dike. Ferît Şenyaşar diyar kir ku ew bi biryar çalakiya xwe didomînin û got, "Ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin û zû an jî dereng dê edalet pêk bê."   Emîne Şenyaşar a di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê cerdevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz  ve di 2021'ê de hevjîn û du kurên wê hatin qetilkirin û kurdê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrîşê de bi birîndarî sax mabû,  li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê ya ku dabûn destpêkirin  di roja 710emîn de berdewam dikin.     'Sebra me nemaye'   Ferît Şenyaşar ê ku di çalakiyê de axivî anî ziman ku di têkoşîna xwe de mafdarin û her kes vê yekê dizane û wiha got: “Dozger dibêjin ‘sebir bikin, bisekinin’. Êdî hêza me ya em sebir bikin nema. Bila demildest dîmenên nexweşxaneyê derkevin holê. Rayedarên dewletê jî dibêjin qeyd di arşîva dewletê de ne.  Duh Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li edliyeyê bi serdozger re hevdîtin kir. Lê ji bo nobeta edaletê ya li ber deriyê edliyeyê nebîne ne ji deriyê pêşiyê yê Edliyeya Rihayê ji deriyê piştê kete hundir û derket. Ev bêsamîmiyet û tirsonekiya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dide nîşandan. Li vê derê dayikek heye û hemwelatiya vî welatî ye. AKP bêyî dayikê bibîne nikare li Rihayê derkeve nava gel. Hemû gelê Rihayê vê zilm û bêhiqûqiyê dibîne. Wezîr tên vir. Parlamenterên AKP’ê tên lê yek ji wan nikare derkeve nava gel.”   Ferît Şenyaşar herî dawî destnîşan kir ku di têkoşîna xwe de bi biryar in û dest jê bernadin û ev tişt gotin: “Edalet dereng be jî wê bi cih were. Niha kesê di bin navê parlamenteriyê de ev komkujî pêk anî li qadan digere. Lê dema sibê du sibe parlamenteriya wî xelas wê weke birayê xwe bikeve girtîgehê.”