TJA li Sîlopiyê çû serdana mexdurên erdhejê 2023-03-02 13:10:14     ŞIRNEX - TJA’ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, li Silopiyê serdana mexdurên erdhejê yên jin kir.   Tevgera jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Silopiyê serdana mexdurên erdhejê yên jin kir. Aktîvîstên TJA’ê, Parlementera HDP’ê Nuran Îmîr, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiyê tevli bernameyê bûn.    Beriya serdanê ji bo 13 malbatên mexdurên erdhejê koliyên ku tê de pêdiviyên jin û zarokan hebûn hatin amadekirin û Jinan di serdanê li taxa Yenîşehirê  kolîyên hatibûn amadekirin ên alikariyê radestî malbatan kirin. Her wiha ji jinan re peyama piştevaniyê hate dayin.