KJAR: Çanda berxwedanê, bi şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' zindî bû 2023-03-02 12:36:14     NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR'ê têkildarî 8'ê Adarê bal kişand ser girîngiya dirûşma Jin jiyan azadî û wiha got:"‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye sîwanek herî bi hêz ku hemû jin, netew, bawerî dikarin xwe li jêrî vê sîwanê bi rêxistin bikin û mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî, aborî, ekolojî bistînin."   Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistan (KJAR), bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê daxuyanî parve kir. KJAR'ê wiha got:"Em di pêvajoyek wiha hestiyar û dîrokî de derbas dibin ku, tenê rêxistinkirin, hevgirtin û parastin, dikarin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihije serkeftinê. "   Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistan (KJAR) bi munasebeta pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek parve kir. KJAR’ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ku Komelaya Jinên Kurdistanê (KJK), ‘Bi Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ ragihandî, diyar kir û got: “8’ê Adarê, roja tekoşîn û serkeftina jinan a li hemberî zilma modernîta kapîtalîst, zilamsar a cîhanî bû. Jin û gelên Îranê êdî tenê bi hêza xwe bawer in, dema gelek bi hêza xwe hesiya, ji xwe bawer bû dikare bi dehan deshilatan birûxîne. Vegera berê mirine.”   Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:   “Em di demek wiha de 8’ê Adarê pêşwazî dikin ku şoreşa azadiya jinan gerdûnî bûye. Karektera serdemê, bi berxwedan, hevgirtin, têkoşîn û di azadiyê de bi israr, xemilandiye. Fedayî û pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çanda Serhildan û berxwedanê ya 8’ê Adarê, digihînin wateya herî rast. Ala serfiraziyê rakirine, azadî û demokrasî pêşkêşî mirovahiyê dikin. 8’ê Adarê, roja têkoşîn û serkeftina jinan a li hemberî zilma modernîta kapîtalîst, zilamsar a cîhanî bû. Ev têkoşîn û berxwedan, bi şoreşa bi heybet a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, bûye tolstandina herî bi hêz a ji hişmendiya mêr, dewlet, sîstema kapîtalîs modernîte. Mirovatî vê rojê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve ku bûye sembola têkoşîn, hevgirtin û serkeftinê, pêşwazî dikin.   Rejîma ku ev 45 sal in berdewam polîtîkayên îmha û înkarê li ser çand, nasname û hebûna civakan da meşandin. Dîroka 8’ê Adarê, ji bo jinên Îranê xwedî giringiyek taybet e. 45 sal berê, dema Rejîma teokratîk, faşîst, cihê dîktatoriya şah girt, carek din jin kirin hedefa desthilatiya xwe. Rejîma zextger û hegemon, ev 45 sal in, hewldana fetisandina enerjiya berxwedana civakê dide. Di sala 1979’an de, bi boneya 8’ê Adarê dema jinan xwest dakevin meydanan daxwaza mafên xwe bikin, rejîma dîktator derketina jinan qedexe kir. Lê ji wê rojê heya niha, desthilata Rejîma Îranê, bi meşandina îşkence û darvekirinan hewl dan tirs û xofeke ji deshilatdariyê bixin nav gelan. Dixwazin ku bi vî rengî, îrade û hebûna wan teslîm bigirin. Ji bona xwe, ol xistin amûra sereke ya serkutkirina jin û netewan. Di bin navê hîcabê de, hemû mafên siyasî, civakî, aborî ji jinan standin. Ne tenê xwest ku serê jinê binixumînin û bigirin, xwestin mejiyê jinê binixumînin û bigirin. Bi vî awayî hedef dikirin ku, di şexsê jinê de civakeke bêhiş ku lêpirsîn nake, ava bikin. Sîstema wîlayetê feqî, xwe xist xwedayê ser rûyê erdê, jin, netew, bawerî weke kafir bi nav kirin û di komkujiyan re derbas kirin. Lê çanda jin-dayik tu carî teslîmî hişmendiya zayendperest nebû. Jin niha bi zanista civaknasî û dîroknasî, li meydanan desthilatan dixin jêr lêpirsînê de û hesab ji wan dixwazin.   Mîras û têkoşîna jinan a sed salan, di şexsê berxwedana jinên Kurd, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azad’ ve bûye hêza rizgariya hemû mirovahiyê. Ev pêşveçûn kelecanê didin, hêviyê ava dikin, roj bi roj îdayên jiyanek bi wate û azad, mezintir dikin. Bi taybet berxwedan û têkoşîna ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş dikeve, sira berxwedana jinan û civakê ye, sembola jiyan û nasnameya azad e. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îsbat kir ku ev serdem, serdema modernîteya jinan e. Di sedsala 21’ê de, êdî jin dîroka azadiya xwe, bi xwe dinivîsin. Îdeaya şoreş û azadiya jinan, di sedsala 21’ê de pêk tê. Ev serdem di şexsê têkoşîna jinan de, bû serdema zanista ronesans, bingeha şoreşa civakî ya di Rojhilata Navîn û cîhanê de. Tevahî dîwarên nijadperestî, zayendperestî, olperestî, ji holê rakirin. Jin û gelên ku birçiyên azadî û demokrasiyê bûn, hembêz kir. Vê şoreşê wijdanê mirovahiyê şiyar kir, çanda berxwedanê zindî kir. Qedera bindestiyê parçe kir, wate û girîngiya jin û jiyanê, bi mirovahiyê da hesandin. Jin, netew, bawerî, di sedsala 21’ê de, bi çanda berxwedêr a gelê Zagrosê, hesab ji şaristaniya serdest a zilamsalar, dixwazin. Formula efsûnewî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zihniyeta Netewa Demokratîk, pêş xist. Em ji vê şoreşê re dibêjin: ‘Şoreşa zihnî.’ Netewa Demokratîk bi ferdê azad, bi îradeya azad a serbixwe, zanistek kûr û zihniyetek demokratîk, tê avakirin. Têkoşîna jinan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ku, li ser bingeha felsefeya azadîxwaz pêş dikeve û her roj geştir dibe, bûye bingeha herî xurt yê avakirina ‘Netewa Demokratîk’. Zemînê ku şoreşa jinan ava kir, girîng û bi heybet e. Ji ber vê yekê, em dibêjin dema avakirina Konfedralîzma Jinan e. Avakirina sîstema Konfedralîzma Demokratîk a jinan, tê wateya rûxandina zihniyeta netewperest û mezhebperest ê rejîma dîktator a Îranê.   Ev çanda berxwedanê, bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zindî bû û vegeriya cewherê xwe. Bû teqandineke herî mezin a di zihniyeta Rejîma deshilatdar de. Dewlet êdî li beramberî hêz û îradeya şoreşa jinan, rizandinê dijî. Bi siyaseta êrîşkirinê, îskelêtê (teşe) xwe diparêze, bi têkoşîna radîkal a jin û gelan, wê ev îskelêt jî demek dirêj li ber xwe nede. Êdî civaka ku hemû bedel dane ber çav, heta dawiyê di azadiyê de israr dike û ev yek şêwazê jiyaneke çawa, dide diyarkirin. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve alternatîfa xwe ji bo jiyanek komînal, demokratîk û azad didin diyarkirin. Di sedsala 21’ê de êdî jin xwe qurbanî nabînin, hêza pêşeng a guhertin û veguhertinê dibînin. Xwe hêza çareseriyê dibînin. Cesaret ji zanista xwe digirin, birdozî û sîstema wîlayeta feqî ya pasgirtî di bingehê de red dikin. Îraneke azad û demokratîk tenê bi azadiya jinan pêkan dibe. Rejîma despot xwest jinan ji meydanan qut bike, bi fikir, hest, ceste, di nav çar dîwaran de zindan bike. Lê jinan bi cesaretek mezin meydan weke sengera hevbeş a têkoşînê û gihandina azadiyê hilbijart. Êdî çi dibe bila bibe, wê zihniyeta destpot a mêrsalar li hember jinên berxwedêr nikaribe li ber xwe bide. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye sîwanek herî bi hêz ku hemû jin, netew, bawerî dikarin xwe li jêrî vê sîwanê bi rêxistin bikin û mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî, aborî, ekolojî bistînin.   Em  bi rihekî wisa 8’ Adarê pêşwazî dikin ku jin di kêliyên azadiyê de, dijî. Bi eşq, hêvî, cesaret û hezkirina jinê ya bi jiyanê re biharek nû pêşwazî dikin. Bi 8’ê Adara 2023’yan re, pêwîst e ku em bi têkoşîna xwe meşaleyên azadiyê di Rojhilat û Îranê de bilintir bikin, zihniyeta destpot a mêrsalar li ser jin û jiyanê bi dawî bikin. Em di pêvajoyek wiha hestiyar û dîrokî de derbas dibin ku, tenê rêxistinkirin, hevgirtin û parastin, dikarin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihije serkeftinê. Carek din jin û gelên Îranê pê hesiyan ku, tenê hevgirtin, dikare bibe sembola serkeftinê ya li dijî deshilatdarên serdemê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi şêwazek pir qayim, bi şehîdên qehreman, fedayî yên demê, ev pir di navbera gelan de ava kir. Em ê bi têkoşînek pir xurt, bi rih û zanista vê şoreşê, hemû kolan, tax, dibistan, zanîngeh, gund û bajaran bi rêxistin bikin û şoreşê berfireh û mezintir bikin. Wê tu hêz nikaribe vê şoreşa bi heybet, ji cewherê wê derxe, pêşeng û parêzvanê vê şoreşê, şehîdên mezin û nûnerên rasteqîn in ku, di zindanan de, di kolanan de canê xwe dikin mertal. Taybetmendiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji hemû şoreşê din cudatir e. Ji ber ku pêşengên rasteqîn jin û ciwan in. Destûr ji tu hêzên paşeverû, netewperest, xwedî zihniyetek zayendperest re nadin ku, vê şoreşê bidizin û li ser wê desthilatiya xwe bidin meşandin. Jin û gelên Îranê êdî tenê bi hêza xwe bawer in, dema gelek bi hêza xwe hesiya, ji xwe bawer bû dikare bi dehan deshilatan birûxîne. Rêjîma hegemon li ber vê hêza gel ketiye lerzê. Ji bo wê eger em duh li meydanan bi hezaran bûn, pêwîst e sibehê bibin bi milyonan. Em ji bîr nekin, dema ku em yek bin bi hêza serkeftina me, di yek girtina me de ye. Pêwîst e jiyana her ferdekî civaka Kurd, Belûc, Ereb, Fars, Azer hw, di mal, dibistan, zanîngeh, hemû qadên jiyanê têkoşîna azadiyê, rêxistinkirin be. Bi mehane berxwedana gelan dide diyarkirin ku vegere berê ne mumkun e, vegera berê mirin e. Em bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa mezin a jinan ve dimeşin. Meşa azadiyê bi pêşengiya jinan dest pê kiriye, êdî tu kelem nas nake, di serkeftinê de bi israr e. Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo di 8’ê Adara sala 1998’ an de meşa azadiyê ya gerîlayên jin da destpêkirin. Birdoziya rizgariya jin îlan kir, têkoşîna jinan ji bo jiyanek azad derxist asta herî jor. Jin bi fikir û felsefeyê bûn xwedî hêz, îrade, bi meşa azadiyê, têkoşîna rizgariyê dan destpêkirin. Pêwîst e ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, navenda hemû xebetên me be, bi azadiya Rêber Apo re azadiya mirovahiyê mîsoger dibe.   Em weke Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) beşdarî pêngava ku Komelaya Jinên Kurdistanê KJK ê, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ îlan kiriye, dibin. Em bi îdea ne ku ev pêngava girîng bi tecrube û ezmûna bi salan a jinên Kurd rengê şoreşa jinan bigihîne hemû deverên cîhanê. Her jinek, her ferdekî civakê, pêwîst e têkoşîn û terzê jiyana xwe, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bixemlîne û bibe ya xwe. (XWEBÛN). Bi vê pêngavê re, bi sala nû re, em ê nehêlin ku tu jinek bê rêxistin û bê parastin bimîne. Weke KJAR em xwedî mîrasekî pir mezin in, em ê bi hêza xwe ya siyasî, civakî û parastinê têkoşîna xwe mezintir û bi hêztir bikin. Em ê nehêlin ku tu kesek berhemê keda me bidize. Di şexsê jina pêşeng, jina berxwedêr Zeyneb Celalyan de, wê têkoşîna me ya ji bo azadiya girtiyên siyasî, di asta herî jor de be. Wê hevgirtin û têkoşîna jinan bi şêwazekî hevbeş, platform, kolektîf, komîte, sîstema rêxistinkirin û sîstema parastina jinan, mezin kirin, plan û pirojeya me ye sereke be. Rêjîma deshilatdar ji hebûna me, ji goristan û navê şehîdên me, ji dirûşmên me tirs û xofek mezin dijî. Ji bo wê bi munasebeta 8’ Adarê pêwîst e jin, ciwan û hemû ferdên civakê di gund û bajarên Rojhilat û Îranê de, dengê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilintir bikin. Hemû goristanên şehîdan, her devera ku xwîna şehîdê me lê rijiyaye, tevahî qadên jiyanê, bi dirûşm û cewhera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bixemilînin. Sonda xurtkirina têkoşîn û serkeftinê bi şehîdên azadiyê re nû bikin. Carek din em bi boneya 8’ê Adarê, şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin û sonda serkeftinê dubare dikin. Bi bilinkirina têkoşînê, wê berxwedan û azadî teqez bi ser bikeve.”