Ji TJA’yê li Semsurê ‘piştevaniya jin jiyan azadî 2023-03-01 21:35:57   SEMSUR- Jinên TJA’yê ku li Semsurê starta 8’ê Adarê da, çûn sedana konên navçeyên navendî û gundê Hîntû. Jinan her wiha ji bo hewcedariyê jî alav belav kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Narlukuyu ya Semsurê li konbajarê ku Kordînasyona Krîza Navendî lêbû bi armanca piştevaniya jinan starta 8’ê Adarê da.  Piştî daxuyaniya li vir hat dayîn aktîvîstên TJA û parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca bi gelek jinî re çû sedan akonên Malacemê ya Weqfa Çand û Perwerdê ya Gazî û Tora Piştevaniya Riza Şehrî ya Komeleyên Elewî ya Demokratîk (DAD).    Hevsreoka DAD’ê Kadiye Dogan jin pêşwazî kir û diyar kir ku wê bi hev re jiyana ava bikin. Piştre bi dirûşmeyan alîkariyên jib o gundê Hîntû hatin şandin. Li ser koliyan nivîsa ‘jin jiyan azadî. Em hemû bi hevrene’ hatin nivîsin.