Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir 2023-03-01 15:19:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re, Kongra Star ji bo danasîna jineolojiyê, têgeha hevjiyana azad û perwerdekirina mêran, dewreyeke perwerdeyê vekir.   Bi minasebeta 8'ê Adarê Kongra Star li li Akademiya Perwîn Derwêş a Hesekê ji bo mêran dewreyek perwerdê ya li ser danasîna jineolojiyê û têgeha hejiyana azad de vekirin. 35 mêr ên endamên sazî û navendên sivîl ên bajêr beşdar bûn.   Dê perwerde 11 rojan ji saet 09:00`ê sibetê heta 03:00`an piştî nîvro dewam bike. Dê waneyên têkildarî perwerdeyê, civaka xwezayî, zayend, zanista jineolojiyê û hevjiyana azad bên dayîn.   Yekemîn dewreya perwerdeyê ya jin û mêran bi navê “Dewreya Şehîd Perwîn Derwêş” di 25`ê Cotmeha 2022`yan de hatibû vekirin. Akademiya Perwîn Derwêş a Hesekê, ji bo perwerdekirina jin û mêran akademiya yekemîn e.