RJAK û Tevgera Azadî bernameya 8’ê Adarê eşkere kirin 2023-03-01 14:59:01     NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK û Desteya Jinên Tevgera Azadî, bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kirin û gotin dê bi çalakiyên cûda wê rojê pêşwazî bikin.    Bi minasebeta 8'ê Adarê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Desteya Jinên Tevgera Azadî li Parka Azadî ya Silêmaniyê daxuyaniyeke hevpar dan û bernameya xwe aşkerakirin. Daxuyaniya hevbeş ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniyê Şehên Mihemed ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku li beramberî şidet û çewisandinan helwestek yekgirtî nîşandin. Her wiha hat gotin ku ew ê îsal ji ber karesata erdhejê ya ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dayî, ti şahiyek ji bo 8’ê Adarê lidarnexin. Hat gotin ew ê roja 8’ê Adarê serdana malbatên pakrewan û gorên jinên pakrewan bikin.   Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew ê roja 6’ê adarê jî serdana karkerên jin bikin û tevlî meşa ji cadeya Salim ta Parka Nalî bibin.