Li Şirnexê starta xebatên 8'ê Adarê hat dayîn 2023-03-01 14:32:41     ŞIRNEX - TJA, bi dirûşma “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” li Şirnexê starta xebatên 8’ê Adarê hat dayîn. Di daxuyaniya ku hatî dayîn de hat diyar kirin ku ew ê li hemberê rejîma yek zilamî felsefeya "Jin jiyan azadiyê" bihonin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşmeya “Dem dema jin jiyan azadiyê ye” starta xebatên 8’ê Adarê li qada Cumhuriyetê ya li Sirnexê bi daxuyaniyek da. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, aktîvîstên TJA’ê, endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê, Rêxistina Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Şirnexê, Rêxistina HDP’ê Bajarê Mêrdînê, Şaredariya Silopiyayê, Şaredariya Gundikêmelê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan wêneyê Evîn Goyî hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’ê Guler Tûnç ve hate xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek 'Jin jiyan azadî" yê deng dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, ji Jîna Amînî heya Evîn Goyî em silavên xwe li têkoşîna azadiyê ya li dijî mêrperestiyê dikin.    Di 6'ê Sibatê de me di erdheja Mereşê de dît ku bandor li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê kiribû, carek din pirsgirêkên civakî derketin holê ku sedema vê malxerabiyê, pergala serdestiya mêran a dewletperest e. Li şûna ku pêdiviyên civakê pêk bînin, bi taybetî jî yên jinan, me dît ku ji saetên destpêkê ve bi rêya medyaya xwe ya partîzan ji bo mayîndebûna xwe hemû derfetên xwe kirin serferber û hemû hêza xwe bi kar anîn.   Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ev şerên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê kedxwarî, hilweşandin, xizanî, penaberî, hilweşîna ekolojîk û bêcihûwarkirinê bi xwe re tînin. Li aliyê din, em dibin şahidê serhildaneke ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye û li tevahiya cîhanê belav bûye. Li dijî sîstema qirker a serdestiya mêran a ku jina kurd, Jîna Mahsa Emînî, qetil kir, felsefeya 'Jin jiyan azadî' yê ya jinên kurd bû hêviya herî mezin a ne tenê kurdan, lê her wiha ya hemû gelan û hemû jinên cîhanê.   Tê xwestin berxwedana civakê bişkênin   Vê hêviyê, rêya parastina jiyaneke azadixwaz û berxwedanê careke din vekir û vedike. Ev serhildana ku veguherî têkoşîna azadiya jinan dê bingeha desthilatên faşîst, xirbeyên ku wan afirandiye û her şêweyên tundiya li dijî jinan bihejîne û civakeke azad ji nû ve ava bike. Hişmendiya mêrperest a qirker û pergala netewe-dewletê ku halê wicûdgirtî yê wê hişmendiyê ye, jinên pêşeng ên şoreşê bi taybetî dikin armanca êrişên xwe û hewl didin ku berxwedana civakê bişikînin.   Ev hişmendî wisa difikire ku dê bikare bi hedefgirtina Evîn Goyîyê li Parîsê û Nagihan Akarselê li Silêmaniyê têkoşîna jinan a azadiyê di şexsê jinên kurd ên berxwedêr de bi paş bixe û têk bibe. Lê belê şaşiyekê dikin! Ji ber ku em hemî dizanin ku hişmendiya netewe-dewletê misqalek cesaret jî pê re tune ye ku derkeve pêşberî jinên berxwedêr.   Kurd pêşengtiya şoresa sedsala 21’emîn dike   Şerê giştî yê ku Tevgera Jinên Kurd ku pêşengtiya şoreşa sedsala 21'emîn dike, û têkoşîna wan a azadiyê ji xwe re kiriye armanc, li dijî vî şerî li gelek deverên cihanê jinan bibiryarbûna xwe û hêrsa xwe anîn ziman. Em wek TJA berxwedana biheybet a wan jinan silav dikin. Pergala mêrsalar a serdest a ku jinan qir dike, li hêleke din, bi polîtîkayên xwe yên qirêj û veşartî tevnê civakî ji xwe re dike hedef. Bi polîtîkayên taybet ên şer re ku li dijî hebûna jinan derketine holê tê xwestin ku jin bê vîn û bê xweparastin bimînin. Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla ehlaqî ve were têkbirin.   Her diçe jin zêdetir xwe bi rêxistin dikin   Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên biunîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokûyê de jinên ciwan ên kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe! Helbet em dizanin ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan xewnereşka pergala mêrsalar e.   'Xwebûn' dê bibe îdîayeke me ya civakî   Ji zimanê me yê dayikê heta çanda me, nasnameya me ya kurdbûnê û jinbûnê bi polîtîkayên yekperest û înkarê yên îdeolojiya netew-dewletê tên tunehesibandin û pişaftin. Li hemberî îdeolojiya qedexeker û mêtinger a ku dibêje 'Yan koletî yan mirin', tişta herî girîng a ku em bikin ew e ku em ji her demê bêhtir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin û bikin ku 'Xwebûn' bibe îdîayeke me ya civakî.   Îmralî muxatabê esasî yê hemû pirsgirêkên civakî ye   Em wek TJA, careke din bi dengê herî bilind destnîşan dikin ku di serî de pirsgirêka kurd, Îmralî muxatabê esasî yê hemû pirsgirêkên civakî ye û em ê azadiya fîzîkî ya bê şert û merc a birêz Abdullah Ocalan bikin navenda xeta xwe ya têkoşînê. Her ku polîtîkayên tecrîdê yên nîv-sedsalî yên li ser birêz Abdullah Ocalan kûrtir dibin, di serî de jinkujî; pirsgirêkên siyasî, civakî, ekonomîk û ekolojîk jî bi heman awayî kûrtir dibin û civakê bi temamî dixin bin zextan. Bi vê minasebetê, em careke din diyar dikin ku di serî de azadiya jinan, pêkanîna azadiya civakî û avakirina jiyaneke demokratîk û aştîxwaz tenê bi azadiya brêz Abdullah Ocalan dikare mimkin bibe.   Felsefeya Jin Jiyan Azadî têbikoşin   Em wek TJA; mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin ku em ê li her qadê û di her kêliyê de li ser bingeha felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê têkoşîna xwe mezintir bikin. Her wiha em di vê qonaxa erdhejê de ku bi dehan hezaran kesî jiyana xwe ji dest daye û bi milyonan kes rastî trawmayê hatine, em li hember rejîma "yek zilam" ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye, bi pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8' ê Adarê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz dikin!"   'Li hemberî faşîzmê dê li ber xwe bidin'   Piştî daxuyaniyê parlamenter Nûran Îmîr axivî û got: "Me ala têkoşînê yek kêlî neda xwar. Jinên kurd yek kêlî li hemberê zîhnîyeta faşîst ji têkoşîna xwe tavîz nedan.Yên ku nikare bibe bersîvê pirsgirêkên gelan bi şer û kaosê dixwazin faşîzma xwe li ser piyan bihêlin. Lê lê jinên kurd li hemberê wan polîtîkayên faşîzane tim li ber xwe dane û dê li ber xwe bidin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.