Ji Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk peyama 8’ê Adarê 2023-03-01 13:35:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, bi minasebeta 8'ê Adarê peyamek weşand û got: "Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”   Bi minasebeta 8'ê Adarê Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk peyamek weşand.    Di peyamê de wiha hat gotin:    "Em bi destkeftiyên têkoşîna jinê ya di sedsala 21'an de xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin.   Mixabin em bi êşeke mezin dikevin 8'ê Adara 2023'yan Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Gelek bajarên Kurdistan, Rojava, Sûriye û Tirkiyeyê ji ber erdhejê wêran bûn. Piştî erdhejê dewleta mêrserwer nekarî peywira xwe bi cih bîne û rê li ber trajediyên mezin ên civakî, dîrokî, çînî, nasnameyî û xwezayî vekirin.   Bi taybetî faşîzma Erdogan-Bahçelî ya li Tirkiyeyê, paşverûtiya Talîban a li Afganîstanê û pergala serdest a mêran li gelek welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê bi polîtîkayên siyasî, civakî, ekonomîk, medyayê êrîşên xwe yên li ser jinan zêde kirine.   Em Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk li dijî vê zilamtî û zîhniyeta mêtinger li ber xwe didin û em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”