Jinên KESK'ê dê di 8'ê Adarê de li qadên erdhejê bin 2023-03-01 13:25:04     ENQERE - Jinên KESK'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê parve kirin û gotin: "Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û hêrsê ji nûve bihonin. Dê li herêmên erdhejê bi mexdûrên erdhejê re bin."    Endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran a Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya "8'ê Adarê ji bo Jinan Roja Hevgirtin û Têkoşîn û Yekitiya Navneteweyî ye" li Enqerê aşkerakirin. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher metna daxuyaniyê xwend.    Done di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser erdhejên ku pêk hatî: "Di 20’ê Sibatê û 6’ê Sibatê de erdhej pêk hatin û bandorê li 11 bajaran kir. Ev erdhej dema me amadekariyên 8’ê Adarê dikir pêk hat. Polîtîkayên baviksalarî yên kapîtalîst guh nade mirov û xwezayê, bi dehhezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Li hemberî helwesta desthilatdariya siyasî ya ku berpirsyariya xwe ji nedîtî ve tê û weke karesata xwezayî bi nav dike, hemû berpirsyariyê dixe stûyê xwezayê û bi qederê ve rave dike, em dibêjin windahiyên tên jiyîn encama polîtîkayên kapîtalîzmê yên dijminatiya xweza û mirovahiyê ne."   Done di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê, helwest û nêzîkatiya ku di erdhejê de pêk hatî. Done, fetvayên Serokatiya Karê Diyanetê jî anî ziman û diyar kir ku Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî jî li hemberî fetvayan bêdeng man.   Done, di daxuyaniyê de bal kişand ser encamên ku piştî erdhejê derketî holê û wiha axivî: "Bi erdhejê re bêkarî zêdetir bû, xizanî her çû zêde bû, newekheviya di navbera zayenda bêtir li pêş ket. Di her qadên jiyanê de êdî ewlehiya jinan nemaye û ev tişt jî dê bibe sedema zêdebûna şîdeta li hemberî jinan. Li dijî vê yekê divê bêtir têkoşîn û piştevanî pêş bikeve."   Done, destnîşa kir ku bi minasebata 8'ê Adarê Konên Koordînasyona Jinan a KESK'ê li herêmên erdhejê ji bo jinan xwe bi rêxistin kirin û xebatên taybet dan meşandin. Done, da zanîn ku di 2 û 5'ê adarê de li Hatay, Îskenderun, Semsûr, Bazarcix, Narli, Îslahiye û Meletiyê bi jinan re xebat didin meşandin. Dê di 8'ê Adarê de bi platformên jinan li dijî polîtîkayên îktîdarê bi dirûşma 'Em ê jiyanê bi têkoşîna hevgirtî û hêrsê ji nûve bihonin' dê li qadan bin."