KBG'ê li Hatayê deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir 2023-03-01 13:23:11     HATAY - Li Hatayê Jin bi hev re bi hêz in deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir. Jinan gotin:"Em ê jin di nava vê hilweşandinê de bi têkoşîn, piştevanî û raperîna xwe jiyanê ji nû de ava bikin."   Li Hatayê Jin bi hev re bi hêz in (KBG) deklarasyona 8'ê Adarê eşkere kir. Jinan li Parka Sevgi daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Ji bi hev re bi hêz in","Bijî piştevaniya jinê" berz kirin. Daxuyanî li ser navê jinan ji aliyê Selver Buyukkeleş hat xwendin.    'Wê jin jiyanê ji nû de bihonin'   Selver da zanîn ji roja ewil a erdhejê dewletê gel terkî mirin, sarbûn û birçînê kiriye û got:"Dewlet ji bo îhmalkariya xwe veşêre ev tiştên em jiyan wekî qederê pênase kir. Em ê jin di nava vê hilweşandinê de bi têkoşîn, piştevanî û raperîna xwe jiyanê ji nû de ava bikin."    'Ne dewlet em hebûn'   Selverê da zanîn ku polîs serê sibehê hatine û xwestine cihê daxuyaniyê em vala bikin û got kesên ku di xebatên lêgerînê de cihê xwe negirtin û ji bo şerdên jiyanê yên li vir bên avakirin ji cihê xwe tev nadin niha tên dixwazin em vira vala bikin. Her wiha jinan gotin:"Ne dewlet em hebûn."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.