Jinan ji girtiyan qertên 8'ê Adarê şandin 2023-03-01 13:14:01     AMED - DAKAP û TJA'yê bi munasebeta 8'ê Adarê ji bo jinên li girtîgehan qert û name şandin.     Bi pêşengiya Platforma Jinê ya Dicle Amedê (DAKAP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ji bo jinên li girtîgehan qert û name hatin şandin. Jinan ji Postaxaneya Mezin a Sûra Amedê qert û name şandin. Berî qert û name bên şandin li ber PTT'ê daxuyanî hat dayin. Di daxuayaniyê de pankarta bi nivîsa “Jin jiyan azadî” û “Şîna me sedema têkoşîna me ye” hat hilgirtin.    'Em ê vê salê hîn xurtir pêşwazî bikin'   Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya berî daxuyaniyê axaftin kir û got:"Me dîsa dît ku rêxistinbûyina jinê çiqasî girîng e. Em îsal jî hîn xurtir 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Em ê di destpêkê de ji bo jinên girtî qertan bişînin."   Piştre Berdevka Demî ya Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Songul Can, metna çapemeniyê xwend.      'Em ê piştevaniya xwe mezin bikin'   Songulê bi lêv kir ku ew aştî, edalet, azadî, wekhevihiyê diparêzin û got:"Ji bo mafên me bi dest xistine em ê têkoşînê mezin bikin. Ji ber hilweşîn û kesên jiyana xwe ji dest dane em xemgîn in. Li dijî kesên bûn sedema vê yekê em bi hêrs in. Em ê piştevaniya xwe mezin bikin û nîşan bidin ku tu jin ne bi tenê ne."   'Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin'   Songulê da zanîn ku erhej tiştekî xwezayî ye lê belê texrîbatên wê dikaribû bi tedbîran bihata astengkirin û got:"Îmara efûyê jî bû sedema vê karesatê. Bi OHAL'ê re me dît ku tenê derdê vê rejîma faşîst bekaya wê ye. Em ê wekî jin di vê pêvajoyê de li dijî zext, astengî, tundiya bi serdestiya mêr pêk tê piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê li jiyana xwe xwedî derkevin."   'Em ê hesab bipirsin'   Songulê da zanîn ew ê hesab bipirsin û wiha pê de çû:"Em ê ji her kesê ku bi hêrsa karê xwezayê talan dike, bajarê me veguherandine goristana beton, bûye sedema gelek kes jiyana xwe ji dest bidin hesab bipirsin. Em ê di 8'ê Adarê de li herêmên erdhejê bi jinan re di nava piştevaniyê de bin."   Piştî daxuyaniyê jinan ji jinên girtî re qert şandin.