Li Mexmûrê starta 8’ê Adarê hate dayîn 2023-03-01 10:55:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi dirûşmeya "Bi qêrîna jin jiyan azadî, dihunin tevna jiyanê" starta 8’ê Adarê ji aliyê Meclîsa Îştar ve hate dayîn.   Pîrozbahiyên bi boneya 8’ê Adarê ku her sal bi awayekî girseyî li her derê dihat pîrozkirin, ji ber erdheja ku li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêbûyî hatine rawestandin. Ji ber vê yekê weke her cihî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî pîrozbahî hatine rawestan, lê wê çalakiyên cuda cuda wê werin kirin.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve bi dirûşmeya "Bi qêrîna jin jiyan azadî, dihunin tevna jiyanê" starta 8’ê Adarê hate dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xurbet Îşlek ve hate xwendin.   Daxuyanî wihaye:     “Rêber Apo bi nirxandina di nav yekîtiya civakî a dîrokî de bi dîtina cihê girîng ê jinê ya di nav vê rastiyê de, di raman de azadiyeke mezin û kûrbûnek aniye. Her ku civaka dîrokî ya bi navenda jinê têgihiştiye, di raman de geşedaneke mezin çêbûye. Ramanên azad yên ku hatîn afirandin gihaye asta herî bilind. Ger pirsên civakî û siyasî bûyîne girêka kor, di vê de rista pergalên mêrê serwer yên li ser jinê diyarker in. Ji vî alî ve Rêber Apo bi îdeolojiya azadiya jinê şûr li vê girêka kor daye û rê li ber çareseriya hemû pirgirêkên civakî vekiriye. Ji ber vê afirandina îdeolojiya azadiya jinê, xeta azadiya jinê kiriye xwedî çarçoveyek teorîk a li ser rastiya dîrokî û civakî.   Divê em bizanibin, azadiya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku deriyê azadiyan vekiriye. Beriya herkesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin. Jin, bazina destpêkê ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ye. Jin pirek a di navbera duh, îro û pêşerojê de ye. Azadiya jinê di azadiya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de ye. Em di vê hişmendiyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azade û temînata neteweke birêxistin kiriye.   Dîroka 8 Adar’ê, roja cîhanî ya tevahî jinên kedkar ên cihanê, pir bi êşe. Di heman deme de ji bo tevahî jinan roja têkoşîn û berxwedaniyê ye. Roja jinên kedkar, li dijî Kapîtalîzma ku sedsala 18. de derketî û di nava sedsalekê de li tevahî cîhanê belavbûyî û bê eman her der dagirkirî wek bertekekê derketiye holê. Em weke Meclîsa Îştar ya Wergeha Mexmûrê ji niha de bi van hestan roja jinên kedkar yên cîhanê li hemû jinên Kurdistanê û li jinên cîhanê pîroz dikin.   Bernameya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê wiha ye:   * Di 1’ê adarê de wê ji aliyên jinên ciwan ve belavok werin belavkirin.   * Di 3’yê adarê de wê seminer were dayîn.   * Di 4’ê adarê de wê jinên ciwan daxuyanî bidin.   * Di 5’ê adarê de wê ji bo xwendevanên dibîstana Amadeyî seminer were dayîn.   * Di 6’ê adarê de wê ji aliyê Saziya Weqfa Jinê ve pêşangehek were vekirin.   * Di 7’ê adarê de wê ji bo beşdarbûna meşa 8’ê Adarê vexwendiname werin belavkirin.   * Di 8’ê Adarê de wê meşek girseyî were li darxistin."