ROJEVA 1'Ê ADAR 2023'YAN 2023-03-01 09:00:00   * Gonul Tunçbilek a ji Taxa Çakmak a Cembelînûrê ya ji binê kavilan hat derxistin da zanîn wan bi 5 jinan ji bin kavilan xurek derxistine çorbe çêkirine û mirov bi vî rengî ji sermayê parastine. Gonulê diyar kir ku alîkarî ji dereke dûr ji Şirnexê hatiye û got:"Em şaş man. Me hêvî nedikir lê belê em gelekî hestiyar bûn." DÎMEN HEYE   * Li Amedê ji ber erdhejê derbarê gelek avahiyan de biryara hilweşandinê hat dayîn, Jinên ku ji erdhejê mexdûr bûn gotin: "Em nikarin bikevin mala xwe tiştên xwe bigirin. Kincên me hemû di malê de man. Em ê biçin ku derê? Kesên ku me mehkûmî vê yekê kirine ez her tiştê xwe ji wan dixwazim. Me bi hêsanî xaniyên ava nekir.” BI DÎMEN   * Sazî û rêxistinên jinan xebatên xwe yên 8'ê Adarê dan destpêkirin û diyar kirin ku dê îsal li qadan mafê xwe yê jiyanê bînin ziman û piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re mezin bikin. BI DÎMEN    * Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Bursayê Fîgen Ovat a li navenda koordînasyona krîzê ya ku li navçeya Defneyê ava kirine cih digire, diyar kir ku pirsgirêkên jinan ên li konan qat bi qat dewam dikin û banga hevgirtina jinan kir. BI DÎMEN   * Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Rûken Işik got “Em ê li Êlihê li dijî îhmalkariyên îktidarê û di alîkariyê de lewaz mane serî rakin. Em ê di 8’ê Adarê de ji bo mafê mirovahiyê bimeşin.” BI DÎMEN    * TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navçeyên Nisêbîn, Kerboran û Mîdyatê serdana jinên mexdûrên erdhêjê bikin. (11.00/17.00) BI DÎMEN