Rêxistinên hiqûqê li Erdogan û wezîrên wî gilî kirin 2023-02-28 14:42:05     STENBOL - Rêxistinên hiqûqê ji ber xemsariya dema erdhejê ku bû sedema mirina bi deh hezaran kesî, li  Serokkomar Erdogan û wezîrên wî yên pêwendîdar gilî kirin.   Rêxistinên hiqûqê li Serokkomar Erdogan û wezîrên wî yên pêwendîdar gilî kirin, ji ber ku berî û piştî erdhejê wezîfeya xwe bi cih neanîne. Gilî li Edliyeya Çaglayanê hate kirin.   Bi navê rêxistinên hiqûqê Hevseroka OHD'ê ya Şaxê Stenbolê Esra Bîlen daxuyanî da.   Esra Bîlen got, tevî ku erdhej bûyereke xwezayî ye, ji ber xemsariyê veguherî komkujiyê.