Doza Kobanê: Parêzer û girtî tevlî danişînê nebûn 2023-02-28 13:56:18     ENQERE - Di doza Kobanê de parêzer û navên tên darizandin ji ber erdheja Mereşê mazereta xwe ragihandin û tevlî dozê nebûn.    Danişîna 22’yemîn a Doza Kobanê ya rûniştina 1’emîn li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmedarên girtî tên darizandin de cih digirin. Parlamenterên HDP’ê Mahmût Celadet Gaydali û Erol Katircioglû jî danişîn şopandin.    Wê li dijî rêgeza darizandina adil be   Siyasetmedar û parêzerên tên darizandin ji ber erdhejên navenda wan Mereşê çêbûn hincet pêşkeş kirin û tev li danişînê nebûn. Tenê parêzer Ozgur Yildiz û Umît Can Akbûlût tev danişînê bûn û daxwazên xwe pêşkeş kirin. Ozgur  ê mafê axaftinê wergirt da zanîn ku hempîşeyên wan li herêma erdhejê ne. Ozgur, diyar kir ku bêyî hempîşeyên wan û siyasetmedarên tên darizandin mutalaa bê xwendin wê li dijî rêgeza darizandina adil be û wiha got: “Em dixwazin danişîn taloqî meha Nîsanê bê kirin.”   Wê mutalla di danişîneke din de bê pêşkêşkirin   Şandeya dadgehê ya daxwaz nirxandin, diyar kir ku ji ber bandora erdhejê hêj berdewam dike, hin parêzer hêj neketine buroyên xwe, ji ber bandora erdhejê nikarin peywira xwe bi cih bînin biryar da ku dozger pêşkeşkirina mutalaaya têkildarî esasê di danişîneke din de bike.   Daxwaza berdanê hat kirin   Dû re dozger xwest ku girtina siyasetmedarên girtî berdewam bike. Ozgur û Umît Can ên li dijî dozger mafê axaftinê girtin xwestin ku hemû siyasetmedarên girtî bên berdan.    Şandeya Dadgehê, ji bo nirxandina rewşa girtinê û biryarê aşkere bike du saet navber da danişînê.