TEV-DEM: Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin 2023-02-28 13:54:55     NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê ragihand ku li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser Kurdistanê dewam dikin.   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyand ku dewleta Tirk  guh nade nirxên mirovî û exlaqî û siyasetên xwe yên li dijî îradeya gelên herêmê didomîne.   TEV-DEM'ê got: "Wekî her car dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên bi sûc ên terorî li dijî îradeya gelên herêmê pêk tîne. Guh nade nirxê mirovî û exlaqî yên van gelan. Dewleta Tirk mercên dijwar û zehmet ên ku gel ji ber karesatê erdhejê tê re derbas dibin, di ber çavan re derbas nake."   Di dewama daxuyaniyê wiha hat gotin, ''Hikumeta AKP'ê û hevkarê MHP'ê bi hev re û bi awayekî plankirî niyetên xwe yên erênî yên xirab ên ku rastiya wan a derexlaqî ya li dijî îradeya tevahî gelên Tirkiye û herêmê eşkere dike, vedişêrin. A KP-MHP'ê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin. Ev hikumeta terorîst deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civak û çandên civakê  nesekiandine.   Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewama polîtîkayên qirkirinê ne. Bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi rêya torên îstîxbarata faşîst a Tirk nirxên gel têne hedefkirin. Dixwazin şaneyên veşartî yên terorê li gelek herêman ji Şehba, Kobanê, Qamişlo, Heleb heta Şengalê  geş bikin. Di encama van êrişan de hejmarek welatî û şervanên ku teror tune kirine, şehîd bûn. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên xwe yên qirkirinê li dijî gelê me yê berxweder didomîne. Ev yek asta kîn û nefreta wê ya li hemberî çandên dîrokî yên gelên herêmê nîşan dide.   Em bang li pêkhateyên herêmê û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên nîştimanî dikin ku alîkariyê bighînin herêmên wêrankirî û ji her demê bêtir li hemberî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk hevgirtî bin.   Banga me li dewletên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku bi hestiyarî rewşa mirovî ya karesatî dişopînin ew e ku xeteriya zêdebûna êrişên dewleta faşîst ên li dijî gelên herêmê bi giştî û Şengalê bi taybet bibînin û ji bêdengiya xwe derkevin."