Jinên Dêrazor: Têkoşîna me wê bidome 2023-02-27 19:56:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Dêrazor semînerek pêk anîn  diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xaleke fikr û felsefî ya mezin di dîroka mirovahiyê de ye û gotin Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad nebe wê têbikoşin.    Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê semînereke li ser komploya navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Endamên Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên meclisên xwecihî, saziyên sivîl ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê beşdarî semînerê bûn.   Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Ayida El Colan ve hate dayîn. Ayide El Colan anî ziman ku Abdullah Ocalan xaleke fikirî û felsefî di dîroka mirovahiyê de temsîl dike û wiha domand: ʹʹRêber Ocalan tezên fikirî yên bêhempa pêşkêş kir û tezên wî bû materyalek dewlemend ji bo zanista dîrok û civaknasiyê. Dewletên kapîtalîst û hegemonîk bi komployê xwestin ramanê Rêber Ocalan neghêje gelan û rê li ber pêşketina fikirî ya gel bigirin."   Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê Xîtam Hido anî ziman ku ramanê Abdullah Ocalan aştiyane ne, banga jiyana hevbeş û ewlehiyê dike.Xîtam Hido balkişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û wiha domand: "Armanca komployê ew e ku ramanê Rêbertiya me têk bibin û wî ji civaka derve qut bikin. Lê ruxmî vê yekê jî nikarin ramanê wî ji holê rakin, ji ber ku girêdana me bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan xurt dibe."