Li Fakulteya Tipa Cerrahpaşa hemû emelyat hatin rawestandin 2023-02-27 19:11:05     STENBOL - Piştî ku xwendekar û xebatkarên Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa bertek nîşanê derizên avahiyê dan, ji ber rîskê ji bilî beşa Nexweşî û Tendurisiya Zarok û Lezgîn hemû emelyat hatin rawestandin.   Xwendekar û xebatkarên Fatuleya Tipê ya Cerahpaşa a Zanîngeha Stenbolê  di 25’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê derizên di avahiyê de anîbûn ziman û bertek nîşan dabûn. Xwendekaran kolon û hilpekînên dîwaran nîşandan û diyar kirin ku dijî rîska erhdêjê divê rayedar bikevin tevgerê. Piştî bertekan Rektorê Cerrahpaşa yê Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Nurî Aydin di avahiya Anfiyên Zanista tipa Dahilî ya Cerrahpaşa de axivî û diyar kir ku di avahiya wan de faliyetên tenduristî û perwerdê hatiye sekinandin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di encama nirxandinan de bi giştî 17 avahî ku cerahî û dahîlî jî têde kopleksa avahiyên bloka Mono û avahiya Ugur Deman, avahiya xwaringehê û  avahiyên yurdên xwendekaran bi rîskin. Ji bilî yekîneyên Nexweşî û Tenduristiya Zarok û Lezgîn hemû emelyatxane hatine sekinandin.”