Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê dewam dike 2023-02-27 11:21:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên greva birçîbûnê ya li Mexmûrê, di roja 27’an de çalakiya xwe didomînin û bang li tevahî mirovahiyê hat kirin ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Her wiha di çalakiyê de hat gotin:"Em ê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin."   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 27’an de didome.   Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 14’an ve hate dewirgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’an Sadiq Tarhan axivî.   Sadiq Tarhan di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û got: “Ev tecrîda li ser Rêberê me, tecrîdek namerdane ye. Em xwedî dozek azad û em mafdar in. Banga me ji tevahî mirovahiyê re heye ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo bêdeng nemînin. Tecrîd rêbazek li dijî mirovatiyê ye. Em ê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”   Merasîma dewirgirtinê bi berzkirina dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.