Şêniya taxa Bogazîçî: Ji bo ku zaroka min nemire ketim bin kavilê 2023-02-27 09:02:12   Dîlan Babat   DÎLOK- Sîbel Şahîn ya ku xaniyê wê yê taxa Bogazîçî ya Islahiyê xera bû, da zanîn ku bi hewldana xwe konek girtiye û got du rojan tu kes neçûye alîkariya wan. Sîbelê wiha vegot: “Ji bo ku zaroka min ya 4 mehî nemire ez ketim bin kavilê û min mama wê derxist.”   Bîlançoya giran a erdhêja Mereşê li Dîlok û navçeyên wê hîna idodme. Li taxa Bogazîçî ya girêdayê Islahiyê ya Dîlokê gel bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin. Gel bi alîkariya kesên dildar jiyana xwe didomînin. Taxa Bogazîçî ya ji 21 malbatî pêk tê, du kesî li taxê jiyana xwe ji dest dan. 21 xanî hemû hilweşiyan û zinarên ji çiyan de ketin jî rê û goristan texrîb kirin.   ‘Leşkeran rewşa me nepirsî’   Sîbel Şahîn diyar kir ku kon bi derfetên xwe çêkirine û ji ber dewlet tunebû neçar mane konên xwe bi tena serê xwe çêbikin. Sîbelê wiha domand: “Hevjînê min çi dît anî me kon çêkir. Bebeka min ya 4 mehî heye. Em neçar man. Tevî me kon xwest nedan me. Keda me têk çû. Ez naxwazim xaniyên xwe di vê rewşê de bibînim. Şev û roj digrîm lê tiştekî bikim tune. Tu tiştek nayê vir. Roja ewil leşker ligel me derbas bûn lê rewşa me nepirsîn.”   ‘Rayedar nehatin’   Sîbelê wiha domand: “Me cenazeyên xwe bi tena serê xwe derxist û defin kirin. Tu kes tunebû.  Kes me nabîne. Bihêlin rayedaran leşkeran keyayê me nehat. Mİn bi parsekiyê bi girî kon girt. Konê kesî tune ye. Me kon çêkir lê zaorkên min hîna digirîn û ditirsin. Ez bi zaroka xwe ya 4 mehî çûm Edîrneyê û tiştên min ji wir girtibû em pê debara xwe dikin. Gel alîkariyan dişîne. Em diçin tuwaletên xaniyên hilweşiyayî. Em nikarin serê zarokan bişon. Gelek sare.”   ‘Min berf heland kir av’   Sîbelê wiha dawî lê anî: “Konteynirên vir jî gel bi derfetên xwe girtin. Êşa me kişand tu car jibîr nabe. Dibêjin em ê salekê de biqedînin. Lê ev êş wê derbas bibin gelo? Dermbas nabe.  Ciwanekî 19 salî li ber çavên min jiyana xwe ji dest da. Du rojan kes nehat vê derê. Me bi derfetên xwe têkoşîna jiyanê da. Me berf helan kir av. Ji bilî alîkariya gel tu alîkariya dewletê tunebû.”