ROJEVA 27'Ê SIBATA 2023'YAN 2023-02-27 09:00:00   *... Êşa bêderman û qêrina olan dide belavî her kuçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Roj roja xiretê bû, roja xwegihandina hevdû bû. Dema dil dewlemend be xizanî ne hincet e. Pîr û kalan kefen, zarokan pêlîstokên xwe... Di berîkên manto de gore û lepik... Rondikên bi hezaran kesî bi paketan gihaşt ji jiyanên wêranbûyî re." JI PÊNÛSA JINÊ   *Ji Tora Rêveberiya Krîzê ya Mafên Zarokan Gulan Onkol, bal kişand ser rewşa zarokên ku ji erdhejê mexdûr bûne diyar kir ku aqûbeta 552 zarokan ne diyar e û got: "Bi taybetî li gundên kurd-elewî polîtîkayek tê meşandin. Koçberiyeke navxweyî ya dijwar jî heye. Cihê ku koçberî hebe, li wir bişaftin jî heye. Dewlet hewl dide karesata xwezayê ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.” BI DÎMEN    *Xebatkara tenduristiyê Zeynep Hazal Kaya, bal kişand ser kêmasiya xizmetên tenduristiyê yên li Îslahye û got ku divê xwe bigihînin gundan, gelek jinên ducanî ji ber ku nikarin xwe bigihînin xizmetên tendirustiyê ber diavêjin. DÎMEN HEYE   *Sîbel Şahîn ya ku xaniyê wê yê taxa Bogazîçî ya Islahiyê xera bû, da zanîn ku bi hewldana xwe konek girtiye û got du rojan tu kes neçûye alîkariya wan. Sîbelê wiha vegot: “Ji bo ku zaroka min ya 4 mehî nemire ez ketim bin kavilê û min mama wê derxist.” DÎMEN HEYE   * Mexdûrên erdhêjê diyar kirin ku li Hatayê xwegîhandina ximzetên tenduristiyê ne pêkan e û ekîbên tenduristiyê yên dildar jî diyar kirin ku divê demildet pergala hekîmtiya malbatî bê avakirin. BI DÎMEN    *Taxa Çakmak a Islahyeyê ji nexşeyê hat jêbirin. Li gundê ku nifusa wî 99 kes e 96 avahî hilweşiyan û 3 avahiyên mayî jî li ber hilweşînê ne. Li taxa ku piştî bi 3 rojan kon hatin belavkirin, xebatên lêgerînê nehatine kirin, mirov hewl didin alavên xwe yên mayî ji bin kavilan derxînin. DÎMEN HEYE   * Li gundê Beybostan ê Alduşê piştî erdhejê ji 30 avahiyan tenê 3 li ser piyan mane, Li gundê ku her tişt hilweşiya û niştecihên wî mecbûr man ku koç bikin niha tên çûk û mirîşik mane. DÎMEN HEYE