Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 44 hezar û 374’an 2023-02-26 19:25:16   NAVENDA NÛÇEYAN- Hejmara kesên di erdhêjên ku navenda wan Mereş bû pêk hat de jiyana xwe ji dest dane gihişt 44 hezar û 374’an.   Serokê AFAD’ê Yunus Sezer da zanîn ku hejmara kesên di erdhêjan de jiyana xwe ji dest dane derketiye 44 hezar û 374’an.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta niha nêzî 10 hezar erdhêjên biçûk çêbûne. Di vê pêvajoyê de 44 hezar û 374 kesî jiyana xwe ji dest daye. Niha 8 hezar û 182 xebatkarên rizgariyê dixebitin.”