Çalakiya Malbata Şenyaşar 706 roj in didome 2023-02-26 15:17:46     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edalet Adaletê" ya Malbata Şenşayar 706 roj in berdewam dike. Di çalakiya îro de wiha hat gotin: "Dîwarên tirsê hatine şikandin.    Em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin jî. Heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me bidome.”   Xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Ji ber ku dawiya hefteyê bû Malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya Pirsûsê pêk anîn.   Malbatê li ser Twitterê ev tişt parve kir: “Piştî erdhejê welatî her tiştî didin ber çavên xwe û diaxivin. Dîwarên tirsê hatine şikandin. Ji sala 2018’an û vir ve em bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin jî. Heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna me bidome.”