Li Rojhilat û Îranê serhildan dewam dike 2023-02-26 13:15:23     NAVENDA NÛÇEYAN -Tevî hemû zextên desthilatdariyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelê ku beşdarî serhildanê bû bi şev jî kolanan naterikînin.   Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û li seranserê Îranê belav bû, meha xwe ya şeşan li pey xwe hişt. Xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê bi şêweyên cuda berdewam dikin. Welatiyên ku daketin qadan diyar kirin ku heta daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.   Kesên ku duh bi şev li gelek bajaran daketin qadan bi dirûşman agir pêxistin. Xwepêşanderan bi nivîsên li ser dîwaran  banga serhildanê kirin.   Xwepêşanderan diyar kirin ku heta hikûmet neyê hilweşandin wê çalakiyên wan bidomin.