Mexdûra erdhejê ya 21 salî: Wê pêşeroja me çawa bibe? 2023-02-26 09:01:21     Medya Uren   SEMSÛR - Yek ji mexdûrên erdhejê Funda Bahçe ya 21 salî û çîroka xwe parve kir wiha got: “Beriya erdhejê malbata min, min terikand û min hewl da ez jiyanek nû ava bikim. Niha xaniyekî min jî tune ye ez ê çi bikim, wê pêşeroja me çawa bibe nizanim?”   Bi erdheja li navenda Bazarcixa Mereşê pêk hat re li gel kesên jiyana xwe ji dest dane bi hezaran welatî bi bandor bûn. Bi erdhejê re xizmên gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê çîroka Fudaya 21 salî beriya erdhejê dest pê dike. Funda Bahçe ya bi eslê xwe ji navçeya Besnê ya girêdayî bajarê Semsûrê ye piştî erdhejê bi tenê di konekî ku Koordînasyona Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ava kiriye de dimîne. Li gorî Funda dibêje ew beriya erdhejê ji aliyê malbatê ve nayê qebûlkirin û bi tenê dimîne.   ‘Ez tim bi tenê mam’   Funda Bahçe ji aliyê mêrê pê re dizewice ve tê xapandinê û di 19 saliya xwe de bêyî malbata xwe bi wî re diçe. Funda wiha dest bi çîroka xwe dike: “Ez nizanim ji ku dest pê bikim. Em du xwişk in û birayekî me heye. Xwişka min zewicîbû. Min piştî dibistana navîn dest bi kar kir. Ji ber rewşa me ya aborî dest nedida ez ji bo malbatê dibûm alîkar. Min li wir hevjînê xwe nas kir. Ew 35 salî bû. Min bi ya wî kir û bi wî re çûm. Dema li gel wî çûm şûnde jî tundiya li dijî min dest pê kir. Bi zorê dixwest bi min re şa bibe lê dema min red dikir tundiya fîzîkî û gotinî li min dikir. Piştî hefteya 3’yemîn jî min ji mal derxist. Ez vegeriyam mala diya xwe lê derî li min nehat vekirin. Malbatên me ketin navberê. Li malê jî tundiya li ser min berdewam dikir. Êdî her tim jiyana min wisa bû . Ez tim bi tenê mam.”   ‘Min hewl da jiyanek nû ava bikim’   Funda diyar kir ku wê hewl daye jiyaneke nû ava bike û wiha berdewam kir: “Piştî demekê zavayê min daxwaza tiştên nebaş ji min dikir. Min ev bûyer ji malbatê re ragihand. Lê tiştê min hêvî dikir nebû, li dijî wê tundiya li ser min zêdetir bû. Ez çûm, min li qereqolê gilî kir. Lê malbatê got derew dike û wisa wî xilas kirin. Apê min, min bir ser goristanê û li wir li min xist. Gelek zerer da min. Piştî van bûyeran car din malbatê min qebûl nekir û min nexwestin. Ez bi mehan di nexweşxaneyê de mam. Di aliyê derûnî de pirsgirêkên min ên mezin derketin. Ez di şaneyê de dihiştim û derman didan min. Hîna ez tedawiya heban digirim. Ez li nexweşxaneya piskiyatriyê jî bi tenê mam. Kes nehat gel min.”   ‘Min her kar kir’   Funda piştî tedawiya xwe jî vegeriya Semsûrê. Funda wiha berdewam kir: “Ez derbasî Semsûrê bûm. Min li vir hewl da jiyanek nû ava bikim. Car din ez di tekstîlan de, di karê paqijiyê de xebitîm. Çi kar hat pêşiya min, min kir. Ez di kîrayê de dimam, min tupek û cihek ê razanê ji xwe re çêkir tenê. Ew jî bi alîkariya cîranan. Pişt re min hewl da hinek xwe komî ser hev bikim.”   ‘Jiyana min careke din serûbin bû’   Funda ji bo malbata xwe bibîne careke din dikeve nava hewldanan. Dibihîse ku malbata wê çûye Edeneyê. Ew beriya erdhejê diçe Edeneyê li wan digere lê xwe nagihîne malbatê. Wê şevê jî erdhej çêdibe. Piştî erdhejê xwe digihîne Semsûrê û dibîne ku avahiya wê xesarek mezin girtiye. Funda metirsiya xwe anî ziman û got: “Ez şaş mam. Min nezanî ez rastî çi hatim. Ez nedikaribûm bikevim hundirê malê jî. Ez hatim di konan de dimînim. Ez nizanim wê çi bibe, ez ê çi bikim? Jiyana min serûbin bû. Niha car din xwarina me tînin û konek heye em bikevinê. Lê ev ê heya ku derê here ez nizanim.”